'Li şûna li ber germê rûnim û bigirîm ez ê li ber sermayê li ber xwe bidim’ 2017-01-26 16:38:41 STENBOL - Betul Celep ku bi KHK’ê ji kar hat îxraçkirin diyar kir ku şûna ew li malê li ber germê rûne û bigirî dê li derve li ber sermaye li berxwe bide. Çalakiya rûniştinê ya ku Betul Celep a bi biryara KHK’ê di 6’ê Çileyê de ji karê xwe yê li Ajansa Pêşketinê ya Stenbolê hat îxraçkirin ku li Meydana Kalkedon a Kadikoyê daye destpêkirin di roja 4’emîn de ye. Kesên ku Celep bziyaret dikin ligel hewaya sar a Stenbolê jî wê bi tenê nahêlin. Çelep da zanîn hinek caran jinek kal bi gotinên “Ax keça min te jî ji kar avêtine. Bile xwelî li serê wan kesên ku van tiştan bi me didin jiyîn be” piştgiriyê dide wê û ew bi çaya germ a ku esnaf didin wê xwe germ dike. 'LI ŞÛNA LI MALÊ RÛNIM Û BIGIRÎM…’ Celep, da zanîn ku roja ku dest bi çalakiyê kiriye heta niya rastî berteka tu kesî ne hatiye û wiha got: “Şûna ez li malê rûnim û ji ber biryara hatiye dayîn bigirîm, ez ê vê sermayê li qadê li ber xwe bidim. Ji xwe di nava vê piştevaniyê de tenê mirov bi fîzîkî sar dibe. Em ê bi dehan hevalên xwe yên jin re bêmafiya li me hatiye kirin her roj biqîrin û heta em venegerin ser karê xwe emê çalakiya xwe bi dawî nekin. Piştgiriyên mezin hene, dema ku ez van piştgiriyan dibinim bi hêztir têkoşîna xwe ya mafdar didomînim. Heta ez têkoşîna xwe bi ser nexînim ez dest jê bernadim.” Celep, her roj saet di 12.00'de tê Meydana Kalkedon a Kadikoyê û heta saet 18.00'an çalakiyê rûniştinê li dardixe.