Li Amedê qezaya trafîkê: 2 kes jiyana xwe ji dest dan 2017-01-26 20:29:56 AMED - Li rêbejahiya Amed-Çewlîgê qezaya trafîkê qewimî. Di qezayê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da û ji heman malbatê 8 kes birîndar bûn. Li rêbejahiya Amed-Çewlîgê, li nêzî Gundê Fîsê yê Licê otomobîlçn bi plakeyên 48 BT 324 û 07 JE 021 li hev qelibîn. Di qezayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji heman malbatê Yeter Guneş, Çigdem Guneş, Zeliha Guneş, Mizgin Guneş, Abdulkadir Guneş, Cafercan Guneş, Mehmet Ali Guneş, Ayaz Yaşar Guneş û Acar Guneş jî birîndar bûn. Gelek ambulans û ekîpmanên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Ji wesayîta bi plakeya 07 JE 021 kesên jiyana xwe jid est dan; ajokar Zulfikar Özkaya û kurê wî Murat Özkaya ji aliyê ekîpmanên îtfaiyeyê hatin drexistin. Cenazeyê her du welatiyan rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Têkildarî qezaya trafîkê lêpirsîn hat destpêkirin.