Hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin 2017-01-26 21:08:50 MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku 14 rojan di bin çavan de man, hatin girtin. Hevşaredarên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku di 13'ê Çileyê de tevî 12 kesan hatibûn binçavkirin û 14 rojan di bin çavan de man, piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriya Nisêbînê bi daxwaza girtinê Kok û Kaya sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nisêbînê bi hinceta, "Yekitiya dewletê xerab kirine" biryara girtina her du hevşaredaran da. Hate hînbûn ku Kok û Kaya şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.