Çêkirina girtîgehan pesinand! 2017-01-27 09:13:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi zêdebûna girtinan re, li gelek bajaran girtîgehên nû yên kapasîteyên wan di navbera hezar û 500 û 5 hezarî de diguhere tên avakirin. Tişta balkêş ew e ku, serokê şaredariyê girtîgeha li Turkogluya Mereşê avakirina wê didome pesinand û wek qadeke îstihdamê nîşan da. Piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re binçavkirin û girtin zêde bûn. Li girtîgehên gelek bajarên Tirkiyeyê, zêdeyî kapasîteyên xwe girtî tên ragirtin û li gel vê girtîgehên nû tên avakirin. Girtîgehên dê wek kampusan bên çêkirin, kapasîteya wan di navbera hezar û 500 û 5 hezarî de diguhere. Li Manîsa, navçeya Turkoglu ya Mereşê, Mersîn, Edene, navçeya Islahiye ya Dîlokê, li navçeya Patnosê ya Agiriyê û Erziromê avakirina gelek girtîgehan didome. Li gor agahiyên endezyerekî ku di înşeata girtîgehê de dixebite, pêşnûma ji Ewropayê hatine û dê di nav kampusa girtîgehê de atolye, nexweşxane û ji bo personelan jî lojman hebin. Qawîşên girtiyan jî, ji bo 7 hucreyên yekesî tenê qadeke hevpar tê çêkirin. Li gel vê daxuyaniyên Serokê Şaredariyê Ozman Okumuş ên têkildarî girtîgeha li navçeya Turkoglu ya Mereşê tê çêkirin jî balê dikêşin. Okumuş, di daxuyaniya xwe ya li malpera şaredariyê de çêkirina girtîgehê wek weadeke hilbijartinê pênase kir. Okumuş ê parast ku dê çêkirina girtîgehê ji bo navçeyê qada îstihdamê bide der, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji komleksên girtîgehan ên herî mezin yek jê li navçeya me tê çêkirin. Hin kes dibêjin ma mirov pesnê girtîgehan dide, lê heke li Tirkiyeyê razemeniyekê dê bê kirin me xwest ew li Mereşa me, li navçeya me bê çêkirin. Me xwest em ji bo hemû hevalên ked dane, li vir spasiyên xwe pêşkeş bikin. Ev der ne girtîgeheke asayî û biçûk e, komlekseke girtîgehê ya dewasa ye. Qismek jê girtîgeha nîvekirî ye û dê ji her derê Tirkiyeyê xizmên girtiyan werin vir yanî dê li otelên welatiyan bimînin. Dê du komleksên girtîgehê yên dewsa ku li ser 30 donim erdî bên çêkirin. Dê 10 heb jî lojmanên gardiyan û personelan ên 5 qatî bên çêkirin. Ji ber dê girtîgeheke nîvekirî be, dê li navçeya me Turkogluyê kêmaniya karkeran jî ji holê bê rakirin. Dê di girtîgehê de 10 atolye hebin, dê kesên li girtîgehê hilberînê bikin û dê bandorê li aboriya me bike. Bi vê munasbeetê, sozên di hilbijartinê de hatin dayîn yeko yeko bi cih tên. Dê li vê girtîgeha kapasîteya wê 5 hezar e û hezar û 100 personel lê bixebitin. Yê ev komleks li bajarê em zêde kirin, spasiya wan dikim."