Girtiyên jin dê dernekevin hevdîtinê 2017-01-27 09:14:10 MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Mêrsînê Mehmet Altuntaş, diyar kir ku jinên li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsûsê, li dijî binpêkirina mafan biryara derneketina hevdîtinê dane û wiha got: "Em dê der barê kesên têkildar de gilî bikin." Li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsûs a Mêrsînê, binpêkirina mafan didome. Serokê Komeleya Huqûqnasên Hevdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat girtin Parêzer Mehmet Altuntaş ê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî diyar kir ku, li dijî girtî û hikumxwaran binpêkirinên mafan didomin û got, 2 hefteyê carekê destûra derketina revîrê tê dayîn. Altuntaş, diyar kir ku girtiyan girtiyên nexweş bi zor û heft bela şandine revîrê û anî ziman ku, dema nexweşan dibin revîrê li gel wan refeqatkar nayên qebûlkirin. ‘TUWALET DILOPA DIKE' Altuntaş, diyar kir ku girtî bi girtiyên qawîşên din re li qadên hevpar hevdu nabînin û anî ziman ku, fealiyetên wan ên çandî, sportîf û hunerî hatine astengkirin. Altuntaş, anî ziman ku pirtûkên tên şandin jî piştî mehekê ancax tên dayîn û got, her çi qas ne qedexe bin jî hin pirtûk ji bo girtiyan nayênd ayîn. altuntaş, diyar kir ku li girtîgehê pirsgirêka germkirinê heye û dest nîşan kir ku, li girtîgeha ku extiyar lê ne, rastî muameleyên kêfî tên. Altuntaş, diyar kir ku mafê hevdîtina bi telefonê 2 hefteyên carekê, mafên hevdîtina vekirş jî 2 mehan carekê ye û got, tuwaletêng irtîgehê dilopan dikin û girtî di nav şert û emrcên netenduristiyane de tên ragirtin. GILÎ HAT KIRIN Altuntaş, diyar kir ku girtî û hikumxwarin li girtîgehê li gel van hemû çewisandin û pêkûtiyan biryara derneketina hevdîtinê dane û anî ziman ku, girtî banga hestiyariyê kirine. Altuntaş, anî ziman ku wan pêkanînên li girtîgehê ragihandine Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê, Baroya Mêrsînê û Wezareta Dad û got, wan der barê kesên têkildar de giliya sûcî kiriye.