Zarok dîsa birin girtîgeha şewat lê derket 2017-01-27 09:16:52 EDENE - Zarokên li Kawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewatê de birîndar bûn, piştî dermankirinê ew dîsa birin heman girtîgehê. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, diyar kir zarok travmeyek mezin dijîn û rayedarên girtîgehê vê yekê pir normal dibînin. Di 18'ê Çile de li Odeya Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de şewat derketibû û 6 jê zarokên girtî 2 gardiyan bi giştî 8 kes birhîndar bûbûn. Piştî birhîndar rakirin nexweşxaneyê zarokê zarokê 17 salî Muhammet Erdogan piştî 6 rojan û zarokê 17 salî Ferhat Kaya jî piştî 8 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçi ya Çukurovayê hatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina zarokê bi navê Mehmet Altunhan û 2 gardiyanan li nexweşxaneyê berdewam dike. Dozgeriya Komarê ya Edeneyê piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 3 zarokan û gardiyanên di bûyerê de birîndar bû girt. Lêpirsîna têkildarî mijarê didome. 3 ZAROKÊN BIRÎNDAR DI BER XWE DIDIN Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, diyar kir ku hêj ew têkildarî sedema mijarê de ne xwedî agahî ne û wiha got: "Li kawîşa zarokan 6 zarokên girtî hebûn. Ji van zarokan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Zarokê bi navê Mehmet A. hêj li dijî mirinê têkoşîna jiyanê dide. 3 zarokên dermankirina wan xelas bûn dîsa dîsa şandin heman girtîghê. Zarokek jî sewqî Girtîgeha Zarokan a Sincanê kirin. Duh min li girtîgehê bi zarokan re hevdîtin kir. 'DIVÊ SERBEST BÊN BERDAN' Bek, bertek nîşanî zarokên ku birîndar bûn û dîsa şandin girtîgehê rexne kir û wiha got: "Divê darizandina girtî ya zarokan ji nûve bê rojevê. Divê zarok girtî neyên darizandin. divê di tu şert û zirûfan de zarok girtî neyên darizandin. Lê li şûna zarok bên berdan zarokên birîndar dîsa şandin heman girtîgehê. Ev dê travmaya wan girantir bike." Bek, destnîşan kir ku zarokan hêj ew şok ji ser xwe ne avêtiye û wiha got: "Li ber serên zarokan hevalên wan jiyana xwe ji dest dan. Ev dê derûniya wan xerabtir bike. Divê rewşa derûniya wan li ber çavan bigirin û wan zû serbest berdin. Ez bawer dikim ku zarok di bin zext û duntiyê de tên girtin. Girtina zarokan a li kawîşê sedema întîharêye. Girtin zewqkirina întîharêye ji bo zarokan. Lê mixabin tiştên ku zarok dijîn ji me veşartin. Geşedanên ku li girtîgehê pêk hatin wekî asayî nîşan dan. Dema me zarok ziyaret kir û me pirs ji wan kir tiştên ku êdî girtîgehê bi serê wan de di anî wekî asayî dihatin dîtin. Lêdan ji bo zarokan êdî asayî bû. Zarokan sîle û heqaret êdî tundiyek asayî didîtin. Dîsa zarokan lêdana gardiyanan tiştekî wekî ji rêzê didît. Wekî ku wan heq kiribe û gardiyan li wan dixin didîtin. 'DIVÊ PIŞTGIRIYA DERÛNÎ Û CİVAKÎ BÊ DAYÎN' Bek, destnîşan kir ku wekî Baroya Edeneyê lêpirsînê dişopînin û wiha got: "Niha lêpirsîna kê şewat derxistiye dişopînin. lê divê tenê bi vê yekê bi sînor nemîne. Divê sedema çima şewat hatiye derxistin bipirsin. Divê lêpirsînek kûr û fireh bê meşandin. Em niha têkeildarî mijarê ne xwedî agahiyên fireh in. Ji ber ku agahî zêde bi mere nayên parvekirin. Lê em wekî baro dê heta dawî vê meseleyê bişopînin. Divê çeperê lêpirsînê jî bê firehkirin û gelek kesên din beşdarî dosyayê bê kirin. Bek, destnîşan kir ku di serî de li Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê li gelek girtîghên din lêdan, neheqî û îşkenceya giran heye û wiha bi dawî kir: "Divê berî her tiştî maf bidin baroyan ku Baro karibin biçin li girtîgehan lêkolîn û çavdêrî bikin. Divê astengiyên li pêş ziyareta parêzeran û girtiyan bê rakirin. Mafê parastinê mafê herî rewa û zagonî ye. Divê ev maf neyê astengkirin."