Ji bo 2 parlamenterên HDP'î biryara 'girtinê' 2017-01-27 12:06:17 WAN- Der barê parlamenterên HDP'ê Adem Geverî û Lezgîn Botan de biryara girtinê hat derxistin. Der barê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê Adem Geverî û Lezgîn Botan de ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve biryara girtinê hat derxistin. Jibilî biryara girtinê ya der barê parlementeran de "qedexeya derketina derveyî welat" û piştî îfadeyan şerta kotrloa edlî jî hat danîn.