Dê nexşerêya referandûmê li Amedê diyar bikin 2017-01-27 13:37:27 AMED - KCD, TJA, HDK, DBP û HDP ji bo nexşerêya referandûma guhertina qanûna bingehîn diyar bikin dê di 31'ê Çileyê de li Amedê bên cem hev. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiye Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 31'ê Çileyê de li Amedê civînekî berfireh li dar bixin. Di civîna ku dê bi hezaran siyasetmedarên kurd bên cem hev de geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin. Di civîna ku li bendê ye biryarên girîng bên girtin de mijara esasî jî nexşerêya referandûma qanûna bingehîn, kampanya û xebatên bên kirin e. Beşa yekemîn a civînê dê ji çapemeniyê re vekirî be. Civîn dê li Salona Konferansê Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê bêlidarxistin. Dekmerasyona ku dê di encama civînê de bê lidarxistin de li ber kamerayan bê parvekirin.