Kesek li Basayê hat binçavkirin 2017-01-27 14:11:48 ŞIRNEX - Li navçeya Basa di serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Selahattîn Gok hat binçavkirin. Li gundên Hêtma, Şehrika û Şewê yên navçeya Basa ya Şirnex leşkeran bi ser gelek malan de girt û welatiyê bi navê Selahattîn Gok binçav kirin. Sedema binçavkirina Gok nehat zanîn. Gok birin Qereqola Cerdirmeyan a Basayê û li wir tê girtin.