Endama KJA'yê Aktaş: Nasnameya jinê tê darizandin 2017-01-27 14:27:51 AMED - Rûniştina "Doza sereke ya KCK'ê li 2'emin Dadgeha Cezayên Gran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de Endama KJA Sara Aktaş, parastin kir û diyar kir ku di vê dozê de nasnameya jina kurd û kurd tên darizandin. Aktaş, anî ziman ku ji ber vê dozê tu sûcê wê tune, lê ji ber ku têr xizmeta çand, ziman û nasname û azadiya civaka xwe nekiriye sucdar e. Rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" ku 154 siyasetmedaren kurd ten darizandin li 2'emnîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Midûrê berê yê DÎSKÎ Nadir Bîngol û Şaredarê Êlihê yê berê Necdet Atalay amade bûn. Siyasetmedar û endama KJA'yê Sara Aktaş, jî ji Girtigeha Tîpa F-1 a Kandira bi rêya SEGBİS'ê tev li rûniştina dozê bû. Li gel siyasetmedaran parêzer jî amade bûn. Ewil Nadir Bingol bi kurdî parastin kir û Bîngol, anî ziman ku wê demê DTP partiyek li gorî Qanûna Bingehîn hat avakirin, lê dozger DTP wekî partiya dijzagonî nîşan da û wiha got: "Ez vê yekê qebûl nakim. Çalakiyên ku ez tev lê nebûme wekî ku ez tevlê bûme nîşan dide. Hemû çalakiyên ku ez tev lê bûme ji aliyê partiya me û saziyên civakî ve hatine amadekirin û hemû li gorî pîvanan hatine kirin. Hemû sucdariya dozger ne di cih ê xwe de ne û ez sûcê li ser xwe qebûl nakim. Ez 40 salan di karê cemaweriyê de xebitîm. Ez di saziyên cemaweriyê de xebitim doz li min venebû. Lê ez bûm şaredar doz li min hat vekirin. Ger ku ez nebûma şaredar dê doz li min venebûya. Ez siyasetmedarim û ev doz ne hiqûqî ye. Ez beraeta xwe dixwazim." DOZ DUBARE DIBE Siyasetmedar û endama KJA'yê Sara Aktaş, jî ji Girtigeha Tîpa F-1 a Kandira bi rêya SEGBİS'ê tev li rûniştinê bû û parastin kir. Aktaş jî bi kurdî parastin kir û anî ziman ku doz dubare dibe. Aktaş, anî ziman ku bi sucdariya "Endamtiya rêxistinê" li Enqereyê hat darizandin hat cezakirin û wiha got: "Ev doz dubare ye. Ez dixwazim heyeta dadgehê vê yekê li ber çavan bigire. Ez parastina xwe ya berê dubare dikim. Lêpirsîn, îdîaya û doz ji aliyê dozger, dadger û polîsên FETO ve hat meşandin. Ev kamploya ku FETO li hemberî me pêk aniye ye. Li diji hiqûq û wîcdan hatiye amadekirin. Divê heyeta dadgehê peyvira xwe pêk bîne." JI MIN RE DIBÊJIN 'TU ÇIMA LI DIJÎ TUNDIYÊ RADIWESTE' Aktaş, destnîşan kir ku di îdîanameyê de ji wê dipirsin ku çima li dijî tundiya li hemberî jinê rawestiya ye û wiha got: "Di vê îdîanameyê de ez bi nasnameya jinê, kurd û tundiya li dijî jinê têm dawanbarkirin. Ji min pirsa "Tu çima beşdarî 8'ê Adarê bûye. Tu çima li dijî tundiya li hemberî jinê rawestiya ye? dipirin. Pirsa tu çima li dijî talankirina Heskifê rawestiya ye? Çima tev li Newrozê bûye? Çima derketiye dervê welat? dipirsin. Wê demê tekoşîna li dijî kuştina jinê, têkoşîna li dijî tundiyê sûc tê dîtin. Ez bi vê yekê têm tawanbarkirin. Ez vana yekê ji qebûl nakim. Ez xwe ji ber vê yekê sucdar nabînim. Lê ji ber ku têr xizmeta çand, ziman û nasname û azadiya civaka xwe nekiriye sucdar e. Xebatên min kirine hemû xebatên zagonî û rewa ne. Her tişt li vî welatî tenê bi feraseta mêr nameşe. Ger ku li vê cîhanê jin rola xwe nelîzin aştî, azadî û edalet pêk nayê. Ger ku jin azad be, dê civak û civak azad be dê cîhan azad bibe." Ev îdîaname hemû ji manipulasyonan pêk tê. Ger ku heyeta dadgehê bê alî li îdîanameye binere dê bibîne ku ez ji ber nasnameya xwe ya kurd têm darizandin. Hemû malbata min li Almanya dijî. Ji ber ku malbata min li Almanya ye ez çend caran çûm dervê welat. Lê di îdîanameyê de ev yek hatiye berovajîkirin. Tu rastiya vê îdîanameyê tune. Nasnameya min a kurd û jinê tê darizandin. Xwedî derketina min a nasnameya kurd û jinê ne suc e. Ev fikr û ramanê min ne suc e. Min tu carî kuştin û neheqî ne parastiye. Min her dem jiyana azad û edalet parastiye. " Parêzerê Nadîr Bingol Muhammed Serdar Ozer jî anî ziman ku ev doz ji endamê Tevgera Gulen re hatiye amadekirin û tu aliyê hiqûqî yê vê dozê tune. Rûniştina dozê dê piştî navbera nîvro bidome. Piştî nîvro siyastmedar û şaredarê Êlihê yê berê Necdet Atalay dê parastinê bike.