PEN’a Navneteweyî: YE dê çavê xwe ji Tirkiyê re nagire 2017-01-27 14:36:26 STE5NBOL - Heyeta PEN’ê ya Navneteweyî, çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê parve kirin. Dîrektorê PEN’a Navneteweyî Carles Torner, diyar kir ku Yeketiya Ewropayê dê li dijî tiştên li Tirkiyeyê tên jiyîn çavên xwe ne gire. Serokê berê yê PEN’ê John Ralston Saul, jî got ku rewabûna referanduma ku dê di rewşa OHAL’ê de pêk bê tune ye. Yeketiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN International), li Hotala CVK Park Bosphorusê civîna bi mijara “Li Tirkiyeyê xwe îfadekirina azad” li darxist. Di civînê de Seroka PEN’ê Jennifer Clement, Dîktatorê PEN’a Navneteweyî Carles Torner, endamê Lijneya Rêvebir ê PEN’a Navneteweyî Burhan Sonmez û Cigirê Seroka PEN’a Navneteweyî Eugene Schoulgin, amade bûn û fikarên xwe yên xwe îfadekirina azad a li Tirkiyeyê ragihandin. Di civînê de delegrasyona ji Seroka PEN’ê Jennifer Clement, endamê Komîteya Wêje yê Nobelê Per Wästberg, Serokê bere yê PEN’ê John Ralston Saul, Cigirê serok Eugene Schoulgin, endamê Lijneya Rêvebir ê PEN’a Navneteweyî Burhan Sonmez, nivîskarê Alman Peter Schneider, Weşanvan Eva Bonnier û Ronald Bluden û Serokên Navenda PEN’ê Iman Humaydun, William Nygaard û Urtzi rrutikoetxea pêk tê, çavdêriyên xwe yên hefteyekê parvekirin. Di çarçoveya ziyaretan de delegrasyon bi nivîskar, rojnameger, parêzvanên mafê mirovan, nûnerên rêxstinên civaka sivîl, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û nûnerên Navenda Giştî ya HDP’ê û Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci re hevdîtin pêk anîn. Delegasyon her wiha rêveberên rojnameya Cumhuriyet, BîrGun, Agos, Evrensel û Ozgurlukçu Demokrasî re hevdîtin pêk anîn. 'YEKETIYA EWROPAYÊ DÊ ÇAVÊN XWE NEGIRE’ Di civînê de Dîrektorê PEN’a Navneteweyî Carles Torner, axivî. Torner diyar kir ku wan derbarê mijarên azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û dorpêça bajarên kurdan de xebat dane meşandin û raporek amade kirine. Torner, da zanîn ku 151 rojnameger di girtîgehê de ne, wan di qada navneteweyî de ji bo azadiya rojnamegeran xebat dane meşandin û dê Yeketiya Navneteweyî çavê xwe li tiştên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn negire. 'EM BI ROJNAMEGERÊN GIRTÎ RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE NE’ Cigirê Seroka PEN’ê Eugene Schoulgin, da xuyakirin ku wan fikarên xwe yên derbarê Tirkiyeyê de bi rayedaran re parvekirine û wiha got: “Me bi taybet fikarên xwe yên derbare pirsgirêka kurd de bi Enqereyê re parvekirin. Em çûn Girtîgeha Sîlîvriyê û me rojnameger ziyaret kirin. Me bi astengiyan re rû bi rû man, 3 caran di rê de ji aliyê leşkeran ve em paşde hatin şandin. Em bi rojnamegerên girtî û parêzvanên mafê mirovan re di nava piştevaniyê de ne.” 'REWABÛNA REFERANDUMA DI OHAL’Ê DE TUNE YE’ Serokê berê yê PEN’ê John Ralston Saul, destnîşan kir ku wan li dijî tu bûyeran pozisyonek polîtîk ne girtine û wiha domand: “Kesek nikare dengê aliyê muxalif kêm bike û biçe hilbijartinê. Piştî hilbijartin bi dawî bû ger aliyê dijber winda bike divê bê gotin ku ‘hilbijartinek adilane bû û qezenc kirin’. Girtina siyasetmedaran tê wateya kêmkirina dengê mûxalifetê. Tu rewabûna referanduma ku dê di pêvajoya OHAL’ê de pêk bê tu ne ye.” Seroka PEN’a Navneteweyî Jennifer Clement, bal kişand ser hevdîtina bi Wezîr Avci re kirine û wiha axivî: “Wezîr got ‘dê hemû tişt normal bibe’. Me xwest bi Wezîrê Dadê re hevdîtinekê pêk bînin lê xwestin em bi cigirê wî re hevdîtinê pêk bînin. Hêz di destê wan de ye û dixwazin me bisînor bikin. Me ev pêkanîn qebûl nekir.”