Li du bajaran girtin û binçavkirin 2017-01-27 14:54:59 NAVENDA NÛÇEYAN- Li du bajaran li dijî endamên HDP û DBP'ê operasyon pêk hat. Li navçeya Xelfetî ya Rihayê Ekrem Erdiî, Huseyîn Erdîl, Muslum Kahraman, Abdullah Kahraman û Mehmet Ok ên ku di 25'ê çileyê de parvekirinên wan ên di çapemeniya civakî de hincet hatin nîşandan û hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê. Muslum Kahraman, Mehmet Ok, Ekrem Erdîl bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatin girtin, Huseyîn Erdîl û Abdurrahman Karaman jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Li Mêrsînê jî li navçeya Tarsusê di operazsyona li dijî HDP'iyan de Hevserokê HDP'ê yê Tarsusê yê berê Orhan Çakmak hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Orhan Çakmak nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê.