Parlamenterê CHP’ê Tanrikulu rojnamegerên girtî ziyaret kir 2017-01-27 16:40:18 STENBOL - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu rojanemger Omer Çelîk, Tunca Ogreten, Mahîr Kanaat û Ahmet Şik ên ku li Girtîgeha Şakranê ne ziyaret kir û diyar kir ku ji rojnamegeran tol tê hilanîn, midûryeta polîsan û dadgeh bûne aletê pirsgirêkên kesayetî yên wezîr Albayrak. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrıkulu, rojanemger Omer Çelîk, Tunca Ogreten, Mahîr Kanaat û Ahmet Şik ên ku li Girtîgeha Şakranê ne ziyaret kir. Tanrikulu diyar kir ku ew yek bi yek bi rojnamegeren re hevdîtin pêk aniye û morale rojnamegeran başe. Tanrikulu da zanîn ku Midûrê nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku hatiye girtin, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatiye û rojnameger 24 rojên di bin çavan de mane rastî pêkanînên xirap hatine. Tanrikulu, dema 24 rojan a binçavkirinê bi sere xwe işkenceye û wiha got: “Derketina dozger a destûrê jî ji aliyê kesê ve nikare bê aşkerakirin. Ji rojnamegeran tol tê girtin. Dadgeh û midûryet bûne aletê karen kesayetî yên wezîr Albayrak. Girtina rojnamegeran amûra tolgirtinê ye.”