Qeyûm tayînî Şaredariya Qilebanê jî hat kirin 2017-01-27 19:34:05 ŞIRNEX - Piştî ku îro hevşaredarên Qilebanê ji peywirê hatin dûrxistin qaymeqamê navçeyê weke qeyûm hat tayînkirin. Qaymeqamê navçeya Qileban a Şirnex Mehmet Fatîh Yakinoglû weke qeyûm li şaredariyê hat wezîfedarkirin. Hevşaredarên navçeyê Zeynep Uren û Yunus Urek îro bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatibûn dûrxistin. Hate hînbûn ku danê êvarê qeyûm Yakinoglû çûye şaredariyê û daye zanîn ku ew weke qeyûm hatiye peywirdarkirin.