Dayika 8 zarokan 5 sal in hem dayik e hem bav e 2017-01-28 09:17:09 ŞIRNEX - Dayîka 8 zarokan Leyla Ozen a 43 salî ku 5 sal berê hevjînê wê di kana komirê de jiyana xwe ji dest da, hemû karê malê ket ser pişta wê. Ozen 5 sa lin hemû debara malbatê daye ser pişta xwe û hem dayiktî û hem jî bavtiyê ji zarokên xwe re dike. Li Şirnexê deriyê kîjan malbatê were vekirin çîrokek jê derdikeve. Çîrokek jiyana zor û zehmet lê li hember vê zoriyê çîrokek a berxwedana jiyanek bi rûmet. Dayîka 8 zarokan a 43 salî Leyla Ozen jî xwediyê çîrokek berxwedanê ye. Dayîk Leyla jî weke gelek malbatên Botanê di salên 90'î de ji gundê Navyan ê Şirnex koçber bûye. Weke bi hezaran welatiyan xaniyê dayîk Leyla yê li taxa Bahçelîevler jî di qedexeyê de hatiye hilweşadin. Dayîka Leyla niha li taxa Yeşîlyûrtê bi zehmetî kirêya avahiya ku tê de dimîne dide. BI TENA SERÊ XWE LI 8 ZAROKAN DINÊRE Hevjînê dayîka Leyla di sala 2012'an de dema li qanên komirê yên li qontara Çiyayê Cûdî de dixebitî jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku hevjînê dayîka Leyla jiyana xwe ji dest dide ew bi tena serê xwe li 8 zarokên xwe dinêre. Dayîka Leyla bi gotinên: "Her sal din em diçûn gundê xwe. Me sebze û fêkî diçand û dema dibû havîn me hişk dikirin û zivistanê me pê debara xwe dikir. Dema dibû zivistan me êzing û komira xwe jî kom dikir lê îsal me tiştek nekir." Zehmetiyên ku îsal bi serê wan hatine û zordariya debara mala xwe dike. DEMA DIBE ŞEV ÊDÎ DERNAKEVIN DERVE Li derdora mala dayîka Leyla hema bêje hemû avahî hatine hilweşandin û dema dibe şev ji ber ku cîran tunene deriyê xwe digirin û heya serê sibê dernakevin derve. Ev yek jî kêmek xemgîniyê dike para dayîka Leyla û vê yekê wiha vedibêje: "Bi şev qet derketin ji me re tuneye. Dema dibe şev tiştê ku ji me re pêwîst em tînin û êdî dernakevin." POLÎSAN DEST DANÎ SER HÊSINÊ KU ZAROKAN KOM KIRIYE Dayîka Behiye Ozkan li nîveka deverên ku hatiye hilweşandin rûniştiye û êzingên ku ji ber hilweşandinê mane kom dike ji bo şewitandinê. Ji dayîka Behiye wêdetir zarokên wê jî bermahiyên hêsin kom dikin. Beriya çend rojan polîsên ku hatine ber deriyê mala dayîka Behiye bi hinceta, "dibe ku bombe di nav de hebe" dest danîne ser xurdeyê ku zarokên wê kom kirine. Dayîka Behiye li ser vê yekê jî cardin dest ji ya xwe bernedaye, ji bo şewitandina êzingan kom dike û zarokên wê jî ji bo hepkî alîkariyê bidin debara malbatê hêsin kom dikin.