Pira dîrokî li trafîkê nehat girtin 2017-01-28 09:17:49 EDENE - Pira dîrokî ya Mîsîsa Edeneyê ji ber deriyê wê li trafîkê nehatiye girtin û maşînên giran ên wekî kamyon di ser pişta wê re derbas dibe, hildiweşe. Li navçeya Yuregirê ya Edeneyê Pira Misisê ya dîrokî ji ber ku nayê parastin û deriyê wê li trafîka maşîneyan nehatiye girtin roj bi roj tê rûxandin. Pira dîrokî ya Mîsîsê ku di sedsala 4'an de di serdema Împaratoriya Roma de ji aliyê II'emîn Flavus Julius Costantinus ve hatiye avakirin, ji ber ku nayê parastin hildiweşe. Pira Mîsîsê ku li Anatoliyê wekî Pira Roma tê zanîn, di serdema Begîtîya Ramazanoglu û Osmanliyan de ji ber erdhejên wê demê zerar dit lê xera nebû. Pira ku wê demê xera nebû, niha maşîneyên giran di ser pişta wê re derbas dibin û tê rûxandin. Pira Mîsîsê di heman demê de wekî pira ku çîroka Hekîmê Lokman receteya dermanê nemiriyê nivîsandiye û li ser vê pirê bi avê de berdaye jî tê zanîn. Şêniyên taxa mîsîsê dixwazin ev pir li tirafîkê bê girtin û bê parastin.