Erîşkarê Reina: Min ferman ji Amîrê DAIŞ'ê yê Sûriyê girt 2017-01-28 10:37:56 STENBOL - Êrîşkarê Reina yê ku 39 welatî kuşt, Abdulkadir Masharipov, di îfadeya da polisan de diyar kir ku wî ferman ji Amîrê DAIŞ'ê yê Sûriye girtiye. Lêpirsîna êrîşkarê Raîna yê ku li Stenbolê di şefa sersalê de erîş pêk anî û 39 kes kuşt 16 roj şûnde hat binçavkirin Abdulkadir Masharipov li midûriyeta polîsan didome. Masharîpov, di îfadeya dabû polîsan de, diyar kir ku ji bajarê Baderê yê Pakistanê li gel 2 kesan di bin maşîneyek leşkerî de teqemenî bi cih kirin û dan teqandin û di destpêka sala 2016'an de bi riyên derzagonî hat Tirkiye. Masharipov diyar kir ku wî ferman ji Amîrê DAIŞ'ê yê Sûriyê girtiye û wiha got: "Li ser fermana Amîr ez di mijdara 2016'an de çûm Konyayê. Piştî mehekê li Konyayê mam, li gel malbata xwe hatin Stenbolê. Di navbera Konya u Stenbolê de çûm û hatim." Masharîpov bi riya Telegramê ferman ji Amîr girt û wiha got: "Amirê DAIŞ'e yê Sûriyê li min geriya û got: "Êrîşkarên bombeya zindî pêk bînin li dora te hene ya na. Min got ez lêkolîn bikin. Dema min wisa got ji min re got 'Tu dikare bike?' Li ser vê fermanê min çalakî qebûl kir û derketim keşifê. Di 26'ê Kanûnê de derketim keşifê. Li ser Telegramê yek li min geriya û got: "Yê çalakî qebûl kiriye tu ye. Got dakeve şêr û were rawestgeha otobusê. Ez çûm rawestgehê kesekî bi Rusî di axivî û ji Kafkas bû hat cem min. Li wir karta hafizayê û 700 TL da min. Ji min re got malek nû ji xwe re bigire. Dema ez çûm mal û min ew USB vekir, min dît têkildarî çalakiyê bi zimanê Rûsî qeyda deng heye. Kesekî ku min ew wekî Ebu Cihad nas dikir diyar kir ku ew dengê Telegramê aydî wî ye. Ez di 27'ê kanûnê de li qada Taksimê li gel kesekî din derketim keşifê. Piştre çûm mala Beşiktaşê ku min kirê kiribû. Qeyda dengê Masharipov a têkildarî komkujiyê derket holê. Di qeyda deng de diyar dike ku Ebu Cihad, piştî operasyonê hat binçavkirin û "Kadiyê rêxistinê" tê zanîn. Ebu Cihad piştî hat binçavkirin hat girtin. Têkildarî çeka di komkujiyê de bi kar anî jî diyar dike ku 2 roj beriya çalakiyê kesekî daye wî. Li gorî îdîaya wî ev kes ji Kafkas e. Masharipov, anî ziman ku di peyama Telegramê ya 29'ê kanûnê de jî diyar dike ku kesek were ber derî derî lê veke û wiha got: "Di şev nivê şevê de kesekî bejna wî 1.80 cm ku bi Rûsî di axivî û ji Kafkas bû hat ber derî. Di destê wî de çente hebû. Di çante de AK-47 (Kalaşnikof) û 6 cercudê tije hebûn. Dîsa 3 bombe dan min. Ji men re got şeva sersalê tu çi difikire. Min got ez dê di serê salêde yên biyanî gulebaran bikim. Yê hat cem min got tu bixwaze tu dikare bi bombeyan xwe bi teqîne. Telefona min a bêriyê girt û telefonek nû da min û çû. Masharipov diyar kir ku di şeva sersalê de ji bo Keşifê çû Taksimê û rewşa Taksimê ji afîrê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê re got û ev agahî dan: "“Min di Telegramê de diyar kir ku çalakiya li Taksimê dê baş nebe. Piştre ji Ebu Cihad peyamek ji min re hat. Min got di vê saetê de kes li wir tune. Ji min re got cihê bi navê Reina heye. Tu dikare li wir çalakî bike. Li ser vê yekê ez dîsa çûm Zeytinburnu. Ez ji bo keşifê bê çek çûm Reînayê. Ebu Cihad dîmenên hundir ên li hundir dans dikirin ji min re şandin. Piştre disa li taksiyê suyar bûm û çûm Zeytinburnu. Dema ez çûm Zeytinburnu min ji kesekî Ozbek çantê piştê girt. Di çantê piştê de şarşor hebûn. Min çek xist çantê destan. Min bombe jî xist bêrîkên xwe. Ez çûm Reîna ya Taksimê. Dema ez çûm Reîna min telefona xwe ya berîyê şikand û avêt. Li ber deri polîsek hebû. Ji bo ez têkevim hundir min polis kuşt. Dema ez ketim hundir bêyî hedef nîşan bidim min hemû cercûrê çekê vala kirin. Min 2 bombeyên destan avêt hundir. Masharipov, da sanîn ku piştî çalakiyê 48 saet şûnde Ebu Cihad li wî geriya û wiha got: "Ji min re got raweste ez dê kesekî ji tere bişînim. Li mala ez le kesê bi navê Mustafa Haku hat. Dema em li maşînê suyar bûn Haku telefonek din da min. Kesekî bi nave Mustafa maşîne bikar dianî. Di rêde polîsan maşîne rawestand. Polîsan bi maldarî nerî carek din nerî. Piştre Haku ji Mustafa re got bajo. Me gule berda polisan û em reviyan. Min 3 caran gule berda polîsan. Polîsan piştî demekê em şopandin dest ji şopandinê berda. Piştî min xwe gîhand Ebu Cihad min her tişt jêre vegot. Piştre min çû li Sefakoy a Esenşurt. Dema ez çûm navnîşana Esenyurtê hatim girtin.