TMSF'ê malê Ozgur Radyo desteser û da TRT'ê 2017-01-28 12:05:09 STENBOL - Ozgur Radyo ku bi biryara KHK'ê hatibû girtin û mohrkirin, TMSF'ê dest danî ser malê wê û teslîmî TRT'ê kir. Ozgur Radyo ku bi biryara KHK'ê hatibû girtin û mohrkirin malê wê hat desteserkirin. Fona Sigorya ya Mevduata Tasarrufê (TMSF) malê radyo desteser kir û teslîmî rayedarên TRT'e kir. Piştî malê radyo hat jimartin maşîna nakliyê hat ber derî û hemû alav û amûrên radyo desteser kir û dan TRT'ê. Koordînatorê Weşanê yê Ozgur Radyo ya hat girtin, Derya Okatan, diyar kir ku ewil radyo girtin û niha malê wê desteser dikin. Okatan, anî ziman ku maşîna nakliyê hat ber deriyê Radyo ya li Kadikoyê û malê we dibin û wiha got: "Ewil bi biryara OHAL û KHK'ê hat girtin, niha desteser dikin û talan dikin. Ev talan e."