Giloka NA mezin dibe 2017-01-28 12:33:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî gelek akademîsyen, nivîskar û hunermendan diyar kirin ku dê di di Referandumê de bêjin na, giloka NA her ku diçe mezin dibe. Li ser banga Tevgera HEZÎRAN a Yekbûyî kampanya '#MemleketİçinHAYIR' (Ji bo welat NA) dan destpêkirin gilok mezintir dibe. Bi hezaran akademîsyen, siyasetmedar, nivîskar, rojnameger û hunermend ji niha de helwesta xwe ya li dijî guhertina Qanûna Bingehîn anîn ziman û diyar kirin ku dê di Referandumê de bêjin NA. Piştî hunermend, akademisyen û siyasetmedaran sedema NA anîn ziman, piştgirî û kampanyayên ji bo NA wekî giloka berfê her ku digindire mezintir dibe. Tevgera HEZÎRAN a Yekbûyî li ser hesabê medyaya civakî kampanya '#MemleketİçinHAYIR' (Ji bo welat NA) dan destpêkirin. Pişti vê kampanyayê gilok NA her ku digindire weki berfê mezintir dibe. Welatiyên dibêjin NA xal bi xal çima NA aşkere dikin. Bi hezaran kesan ev kampanya belav kir û mezin dibe.