12 saetin Kaya li balefirgehê radiwestinîn 2017-01-28 12:53:22 ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ku şeve din li Afyonê hat binçavkirin, ev 12 saetin ji bo bibin Amedê li balefirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê tê rawestandin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya şevê din li Afyonê hat binçavkirin û hat zanîn ku ji bo Kaya bibin Amedê li Balefirgeha Adnan Menderes tê rawestandin. Hat diyarkirin ku ev 12 saetin Kaya li balefirgehê tê rawestanxin û ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş firîna balefirê hatiye paşxistin. Hat ragihandin ku ger rewşa hewayê sererast nebe dê Kaya bibin Dadgeha Îzmîrê û bi riya SEGBÎS’ê îfade bide midûryeta polîsan.