Ahmet Turk: Tenduristiya Tirkiye ji ya min xerabtir e 2017-01-28 13:09:51 XERPÊT - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kir. Turk di ziyaretê de diyar kir ku tenduristiya Tirkiye ji tenduristiya wî xerabtir e. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kir. Parlamentere CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu piştî Hevşaredar Turk ziyaret kir peyama Turk bi raya giştî re parve kir. Tanrikulu, piştî ziyaretê di hesabê xwe yê medyaya civakî de got: "Turk got tenduristiya min xerab e. Lê tenduristiya Tirkiye ji ya min xerabtir e."