Alevî: Emê bi hîkmeta Xizir bêjin 'NA' 2017-01-28 13:37:41 STENBOL - Nûnerên rêxisitnên Elewî yên Stenbolê diyar kirin ku ew dê ji guhertina xalên Qanûna Bingehîn a di navde "Pergala Serokdewletiyê heye" re bêjin "NA". Nûnerên sazî û komeleyên elewî diyar kirin ku ew dê di referanduma guhertina Qanûna Bingehîn a "Serokdewletî" di navde heye bêjin "NA". Elewiyan anîn ziman ku ew dê di vê meha Xêrê de bi Hîkmeta Xizir bêjin "NA" Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) ya Stenbolê Bulent Felekoglu, diyar kir ku ew dê karekî xêre bikin û bêjin NA. Felekoglu, anî ziman ku divê her kes ji bo xêra Tirkiye bêjin na û rengê Tirkiye yê heyi biparezin. Felekoglu, anî ziman ku ew dê i meha Xizir de bi Hikmeta Xizir xêrê bi rêxistin bikin û ji bo Xêrê bêjin NA. ELEWÎ DÊ BI YEK DENGÎ BÊJIN NA Sekretera Rêxistina Jinê ya Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Sevim Yalincakoglu jî anî ziman ku ji dîroka Komarê heta niha Elewî her dem yek dengîn û wiha got:"Em li hemû sazî, dezgehên elewiyan geriyan. Hemû yek deng in. Heta niha tu kesî ne gotiye ERÊ. Hemû elewî bi yek dengî dibêjin NA. Yalincakoglu, da zanîn ku ew dê di xebatên NA de sedema çima dibêjin na ji her kesî re bêjin û ji bo NA her kesî bi rêxistin bikin. 'JI BO PÊŞEROJÊ NA' Sekreterê Rêxistina Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) û Serokê Cemxaneya Sultangazi Pir Sultan Abdalê Zeynel Odabaş anî ziman ku di referandumê de NA ne tenê peyvira elewiyan e û xwest hemû beşên Tirkiye bêjin NA. Odabaş, da zanîn ku ji bo parastina demokrasiyê divê her kes bêjin NA û wiha got: "Em dê ji bo pêşeroja xwe bêjin NA."