Huda Kaya: Em bûn şahidê lînça ku li ser kesên muxalif tê kirin 2017-01-28 19:52:58 AMED - Parlementera HDP'ê Huda Kaya a di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat binçavkirin û bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan wiha got: "Di pêvajoya referandûmê de, li ser HDP'ê, li ser derdorên muxalif me dît bê çi lînç tên kirin, em dibin şahidê vê." Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ya di çarçoveya lêpisîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê meşandin duh bi şev li Afyonê hat binçavkirin û bi awayekî kelepçekirî ew anîn Amedê, bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan. Kaya piştî serbestberdanê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Kaya, diyar kir ku ew 5 rojên dawî li Afyonê bû û wiha got: "Hawirdora avahiya ez lê dimam hat dorpêçkirin. Her çi qas min got ez ne musaîd im jî, polîs ketin daîre û odeya ez lê bûm. Diviya li gor baweriyên xwe, rêgezên xwe min kincên xwe li xwe bikiranan, peywirdaran destûra vê jî neda. Ketin odeya min, bi şidetê ez kelepçekirim û binçavkirin. Bi saetan agahî nedan kesên li min dipirsîn bê ez li kuderê me." ‘DIVÊ YÊN BÊN DARZIANDIN EW KESÊN KETIN PÊŞIYA VAN BÛYERAN BI XWE BIN' Kaya, diyar kir ku ew ji ber fezlekeyeke ku têkidlarî bûyerên 6-7'ê cotmehê der barê wê de hatiye vekirin hatiye binçavkirin û wiha got: "Me wek HDP'ê gelek caran pêşniyara lêkolînkirina van bûyeran da, lê ev ji aliyê parlementerên îktîdarê yên îro me ji ber van bûyeran dixwazin mehkûm bikin hat redkirin. Heke ev bûyer li gor pêşniyara me li Meclîsê bihatana ronîkirin, me yê îro li vir ev dîmen nedîtana. Divê yên bên darizandin ew kesên ketin pêşberî ronîkirina van bûyeran bi xwe bin." ‘DI PÊVAJOYA REFERANDÛMÊ DE EM BÛN ŞAHIDÊ LÎNÇKIRINA KESÊN MUXALIF JÎ' Kaya, bi bîr xist ku di nav rojê de parlementerên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Altan Tan jî hatine binçavkirin û wiha domand: "Di pêvajoya referandûmê de, li ser HDP'ê, li ser derdorên muxalif me dît bê çi lînç tên kirin, em dibin şahidê vê. Di nêvengeke wisa ne tenduristiyane, bi her awayî ji azadiyan bêpar, encam referandûmê ya derkeve holê jî dê ne rewa be. Çimkî, di şert û mercên wekhev de alîgirên biçin ser sindoqan tune ne. Dîmena Tirkiyeyê ev e."