Altan Tan bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan 2017-01-28 23:04:23 AMED- Parlementerê HDP'ê yê Amedê Altan Tan ê danê êvarê bi ser mala wî de hat girtin û hatibû binçavkirin, bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan. Li Amedê, piştî parlementerên HDP'î Meral Daniş Beştaş û Huda Kaya yên bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Altan Tan jî bi heman awayî bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan. Tan, di çarçoveya lêpirîsneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê wî de hatibû vekirin, hatibû binaçvkirin. Tan, piştî îfadedayîna li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serbest hat berdan.