Êlihî dê bibêjin 'Na' 2017-01-29 09:08:43 ÊLIH - Li Êlihê, welatiyan tewrê xwe yê têkildarî referandûm a ku guhertina Qanûna Bingehîn di xwe de dihebîne nîşan dan û gotin, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk ew ê dengê "Na"yê bi kar bînin. Li Êlihê, welatiyan têkildarî referandûmê tewrê xwe diyar kirin. Welatiyên ku me mîkrofon dirêjî wan kirin rengê denga ku dê bi kar bînin û mebestên wê vegotin. Muhlise Kina (54) a got ew ê dengê "Na"yê bikar bîne wiha diyar kir: "Naxwazim welat bi destê kesekî tenê bê birêvebirin." Kina, bang li her kesî kir da xwedî li vîna xwe derkevin û wiha axivî: "Ji bo rawestandina vê qetlîam û şerî divê her kes dengê 'Na'yê bi kar bîne. Çimkî dema em bibêjin 'Erê', dê vîna vî gelî têkeve destê kesekî. Dê bi vê pergalê re bê edlatî û zilm zêde bibe. Ji ber vê ez dibêjim 'Na'." ‘SILTAN ABDULHAMÎTEKÎ DUYEMÎN NAXWAZIM' Fikret Taşkin ê 61 salî jî anî ziman ku, ew dixwaze Tirkiye bêtir bibe welatekî demokratîk û got, ew ê di referandûmê de dengê 'Na'yê bi kar bîne. Taşkin, diyar kir ku cihê çareserkirina pirsgirêkan Meclîs e û wiha axivî: "Heke pergala serokatiyê bê, dê serdemeke wek a Siltan Abdulahmîd bê. Dixwazim her tişt bi demokrasiyê bê çareserkirin. Ji bo parlementoyeke hîn demokratîk û azad ez ê di referandûmê de dengê 'Na'yê bi kar bînim." Sebiha Ekinci (54), dest nîşan kir ku dixwazin bi pergala serokatiyê re jinê hîn bêtir bikin kole û wiha axivî: "Em ê wek jinan di referandûmê de li dijî vê pergalê bibêjin 'Na'. Ji ber em pergala serokatiyê, pergala yekzilamî naxwazin em ê dengê 'Na'yê bi akr bînin. Dê jin li dijî rêveberiya yekziman, yekrêveberî û yekzilamî heta dawî bitêkoşin û dê 'Na'yê bi rêxistin bikin." ‘EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ZAYENDÎ BIBÊJIN 'NA'' Hevşaredara Şaredariya Êlihê Gulistan Akel a ji peywirê hat dûrxistin diyar kir ku, dê Qanûna Bingehîn a nû li Tirkiyeyê ji bo pirsgirêkan nebe çareserî û dê welat ber bi rejîmeke yekparêz ve biçe û wiha axivî: "Di referandûmê de em ê li dijî vê dengê 'Na'yê bi kar bînin. Em ê li dijî polîtîkayên înkar û zayendî yên li hemberî jinan bibêjin 'Na'."