Sekreterê Giştî yê THÎV'ê Bakkalci: Medya tundiyê rewa dike 2017-01-29 10:32:13 ENQERE - Sekreterê Giştî yê THİV'ê Metin Bakkalci, diyar kir ku gotinên rêveberên siyaseta îktîdarê tuniyê sor dike û medya jî bi raste rast nîşandanatundiyê, tuniya di nava civakê de rewa dide nîşandan. Sekretere Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Metin Bakkalci, têkildarî tundiya ku her diçe li Tirkiye û cîhanê zêde dibe ji dihaberê re axivî. Bakkalci, diyar kir ku di serdema îktîdara siyasî de niqaşên li ser tundiyê pêş ketin û rê li pêş tundiyê hat vikirin. Bakkalci, têkildarî binpêkirina mafên mirovan a cîhanê helwesta Serokê DYA'ê nirxand û wiha got: "Hêj duh serokê DYA'ê got êdî mirovên welatên din dê ji welatê xwe derxin. Li aliyê din di milê serwetê de ye. Li cîhanê serweta 10 mirovên cîhanê bi qasî nêviyê tevahiya serweta 7.5 millar mirov e. Ev bê edaletî û neqeyî mînaka herî şenber e. Televîzyonên cîhanê û Tirkiye di vî milî de hewl didin vê rewşê asayî bikin û me îkna bikin. Her tişt ji perçekirinê derdikeve. Dema mijara Em û Ew derdikev pêş yên dewlemend û xizan jî zêde dibin. TUNDIYÊ REWA DIKIN Bakalci mînaka kujerê Ortakoyê yê li Navenda Şahiyê Reîna komkujî pêk anî da û wiha got: "Bi taybetî wêneyê tundiya li ser kujerê Reîna pêk anîbûn bi rojan di medyayê de belav kirin. Ev re tiştekî ji rêzê ye. Ev rê li pêş tundiyek nû vedike. Ev tundiyê bêtir rewa dike. Disa piştî hewldana 15'ê Tîrmehê de gelek wêneyên tundiyê di kanalên televîzyonan de bi rojan belav kirin. Ev tundiya ku li bedena wan hatiye kirin xîtabî beşa sêyemîn dike. Civak ne tenê dibe şahidê vê tundiyê, di heman demê de dibe mudaxilê vê tundiyê jî. Ew jî dibe berçeyekî vê tundiyê. Berpirisarê vê tundiyê îktîdara siyasî ye. Em ji bo ewlehî, tenduristî û aramiya xwe berpirsiyarê didin îktîdarê. Lê ew jî dibêje 'Ji bo ewlehiya min tu dikare çekê bi xwe re bigerîne. Dema civak erkekê dide îktîdara siyasî, rêveberiya îktîdara siyasî jî vê erkê li gorî berjewendiya xwe bikar tîne. Vê erkê li gorî daxwaz û mîsogerkirina îktîdara xwe bikar tîne. Minaka vê yekê hewldana 15'ê tîrmehê ye. " ‘PIŞTÎ 20'Ê TÎRMEHÊ DERKET ASTA JOR' Bakkalci, da zanîn ku li Tirkiye di navbera 1'ê Çileya 2012'an û 20'ê Tirmeha 2015'an de di pêvajoya agirbestê de tundî kêm bû û piştî piştî 20'ê Tîrmeha 2015'an disa tundî zêde bû û wiha got: "Wê demê dema şert û merc ber bi aramiyê ve diçe tundî kêm dibe. Dema şert û merc dijwar û awarte dibe tundi zêde dibe. Civak li gorî vê yekê xwe amade dike. Di pêvajoya agirbestê de hiqûq, demnokrasî pêş ket, lê piştî erk û selahiyeta polisan zêde bû tundi zêde bû dîsa binpêkirina mafan zêde bû. Li gel ku pakêta "Ewlehiya Navxweşî" hat derxistin jî dîsa pevçûn zêde bûyue. Piştî komkujiya li Pursûsê tiştên pir nayên fikirîn pêş ketin." 'JI QANÛNA BINGEHÎN KU GEFAN LI JIYANA MIN DIXWE RE DIBÊJIM NA' Bakkalci, herî dawî anî ziman ku ji bo arami, mafên mirovan, hiqûq û demokrasî pêş bikeve pêdivî bi edaletê heye û wiha got: "Divê berî her tiştî hest û ramana edaletê bi her kesî re pêş bikeve. Ger ku hest û ramana edaletê bi her kesî re tune be, tundî neheqî û binpêkirina mafan pêş dikeve. Qanûna bingehîn peymana nava civakê ye. Divê jiyana hemû civakê têxe bin parastin û ewlehiyê. Ev guhertina Qanûna Bingehîn ne ji bo aramî û ewlehiya mirovan e. Ev teklif tundî, zext û gefan e. Ev li dijî 78 milyon mirovên Tirkiye gef e. Ez ji vê Qanûna Bingehîn ku jiyana min dixe bin gefan re dibêjim NA. Selami Aslan- dihaber