Li Dersimê xetên voltaja zêde dikuje 2017-01-29 12:24:31 DERSIM - Li Dersimê ji par heta niha ji ber xetên voltaja zêde karkerên ceryanê, leşker û welatiyên sivîl jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Dersimê ji ber xetên voltaja zêde 6 kesan jiyana xwe ji dest da. 6 kesên ku di nav de karkerên Şîrketa Anonîm a Belavkariya Ceryanê ya Firat (FEDAŞ) û leşker jî hene jiyana xwe ji dest da, herî dawî duh li navçeya Pulemûriyê xebatkarê FEDAŞ'ê karkerê bi navê Ozgur Bektaş 37 salî jiyana xwe ji dest da. Kesên ku di nava saleke de jiyana xwe ji dest dane ev in: * Ergun Dogan (34) ê li navenda Dersimê dema ku temasa wî bi mîksera betonê çêbû ji ber ceryanê jiyana xwe ji dest da. * Leşkerê bi navê Sefa Uzun ê li Qereqola Cendirmeyan a Elmaliyê leşkerî dikir di 7'ê gulana 2016'an de ji ber ceryanê jiyana xwe ji dest da. * Welatiyê bi navê Tanez Tez ê li Pira Mazgerdê paqijî dikir ji ber ceryanê jiyana xwe ji dest da. * Li gundê Sînan Plajê karkerê FEDAŞ'ê Ergun Karabulut di 11'ê tebaxa 2016'an de ji ber ceryanê jiyana xwe ji dest da. * Li gundên Kiniku û Çobanyildizi yên navçeya Pulemûriyê vê mehê karkerê FEDAŞ'ê Ozgur Bektaş ê 37 salî jiyana xwe ji dest da.