Endamê BDP'î yê mirî hat ditin defin kirin 2017-01-29 13:54:04 WAN - Malbata endamê Meclîsa Şaredariya Serayê yê DBP’î Burhan Ozevlî ku di maşîneya xwe de mirî hat dîtin, li gundê wî defin kirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Serayê yê DBP’ê Burhan Ozevlî, dema ji bo karekê Ji Wanê çû Gurgumê û venegeriya di wesayîta xwe de mirî hat dîtin. Ozevlî di 13’ê Çileyê de bi wesayîta xwe ya taybet ji bo karekê xwe çûbû Gurgumê, di 19’ê Çileyê de ji malbata xwe re diyar kiribû ku ew ji Gurgumê ber bi Wanê e derketiye rê. Piştî cenazeyê Burhan Ozevlî hat dîtin û otopsiya wî hat kirin malbatê cenaze wergirt û birin li Gundê Baltepe yê Seraya Wanê defin kirin. Cenazeyê Ozevli, bi konvoyek ku ji sedan maşinan pêk dihat birin gund û li gund bi duayan defin kirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Serayê, endam û rêveberên DBP'ê jî di navde bi sedan kes beşdarî merasima cenaze bûn. Di rapora otopsiyê de hat diyar kirin ku ji ber karbondioksîtê jiyana xwe ji dest daye.