Li dijî serokdewletiyê ciwan hene! 2017-01-30 09:13:06 EDENE - Ciwanên ku li Edeneyê bi slogana "Li dijî serokdewletiyê ciwan hene" hatin cem hev diyar kirin ku ji bo rawestandina pêkûtî, şîdet û xwînê dê ji serokdewletiyê re bibêjin "Na". Li Edeneyê ciwanên ku li hemberî ferzkirina serokdewletiyê derdikevin bi slogana "Li dijî serokdewletiyê ciwan hene" hatin cem hev. Ciwanên ku endamên Dev Guç, SGDF, SOH, YDG û Devrîmcî Yolda Devrîmcî Gençlikê ne sedemên ku çima hatine cem hev parve kirin. Endama SGDF'ê Aylîn Yildiz diyar kir ku weke ciwan ew li dijî ferzkirina serokdewletiyê bi slogana "Li dijî serokdewletiyê ciwan hane" hatine cem hev. 'ŞER KUR KIRIN' Yildiz got ku roja ku AK Partî bûye îxtidar heta niha di nava gelan de cudatî kurtir kiriye û sîstema desthilatdar a ku jinan hepsî malê dike kurtir kiriye. Yuldiz da zanîn ku AK Partiyê li hemberî hemû derûdorên muxalîf pêkûtî zêdetir kiriye, piştî qatlîama Pirsûsê welat bi awayeke cidî ketiye nava şer û ev şer îro jî berdewam dike. Yildiz anî ziman ku li dijî şer ji bo aştiyê ew ê li kalon û qadan bin bang li hemû ciwanan kir xwest li dijî serokdewletiyê dakevin qadan. Yildiz a nirxandina "Îro ev serokdewletî li dijî hemû bindestan tê ferzkirin" kir got ku ew jî wekî ciwan bi fikara pêşerojê slogana "Li dijî serokdewletiyê ciwan hene" pêx dixin. Yildiz bang li jinên ciwan kir û xws dakevin qadan. 'DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE DEST PÊ KIR' Endamê Dev Guçê Nîhat Bayav jî diyar kir ku AK Partiyê rejîma serokdewletiyê di pêvajoya 7'ê Hezîranê de xistiye dewreyê, ji bo serokdewletiyê welat kiriye qada şer. Bayav wiha axivî: "Mirov her roj bi bombeyan tên qetilkirin, jin li kolanan tên qetilkirin, akademîsyen, mamosteyên me tên girtin. Hemû muxalîf tên bêdengkirin, hevşaredar, paralementer tên girtin, qeyûm tayînî şaredariyan tên kirin. Di rewşekî wiba de îxtidara ku tekane derdê wî serokdewletî ye van pirsgirêkan nedîtî ve tê û bi rejîma yek zilam ve dîktatoriyê dixwaze bike nîzamekî." 'JI DÎKTATORIYÊ RE BIBÊJE NA' Bayav destnîşan kir ku ji bo ku ji dîktatoriyê de bibêjin na bi ciwanan re hatine cem hev û wiha got: "Em ji bo ku bombe neteqin, jin û zarok li kolanan neyên kuştin, dibistanên me azad bin li cem hev in. Heta referandumê em ê li her derê li dibistanan, qadan, otobusan, vapuran, sûkê, bazarê li kû derê be ligel pêkûtiyan 'Na'yê rêxistin bikin. Ji bo ku li Kurdistanê dorpêç bê rakirin em ê ji serokdewletiyê de bibêjin 'Na'. Ji bo jin neyên kuştin em ê ji serokdewletiyê re bibêjin 'Na'. Ji bo dibistanên me bibe hêlînê zanistê em ê ji serokdewetiyê re bibêjin 'Na'. Ji bo ku zêdetir zilm û xwîn nebe em ê ji serokdewletiyê re bibêjin 'Na'. Ev qanûna dîktatoriyê ye. Daxwazên me wekî ku vegot ji bo pêkûtî, şîdet û xwîn bi dawî bibe, hedefa me ev e."