Ziyaretvanên dêrê di bin dorpêça polîsan de ne 2017-01-30 09:15:27 MÊRDÎN- Dêra Ermen Kevrok Surp a Qoserê ku ji dîroka komarê heta beriya 10 salan jî wekî depoya dermanên çandiniyê dihat bikaranîn ber hilweşînê ye. Polîs dixwazin kesên ku tên dêra ku tabelaya wî jî tuneye ji wan re bê ragihandin. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Dêra Ermen Surp Kevork ji ber xemsariyê ber rûxandinê ye. Ji salên dest pêkê yên komarê heta 2077'an dêr ji aliyê Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar ve wekî depoya dermanên çandiniyê tê bikaranîn. Dîroka çêkirina dêrê neyê zanîn jî heta 1915'an wekî gelek deverên herêmê li vir jî ermen dijîn. TABELA JÎ TUNEYE Dêra ku salên demdirêj wekî depo hatiye bikaranîn û li gorî vî bikaranînê jî ji betanê qatek hatiye çêkirin û cewherê wî yê Dîrokî hatiye texrîbkirin. Li şûna deriyê baxçe û deriyê dêrê deriyê hesin hatine bikaranîn, li derûdorê jî li gorî Dîroka wî sererastkirinek nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê jî nayê fêmkirin ku ev der dêr e dîsa li tu cihê jî tabela tuneye. Ji ber ku bisalan wekî depo hatiye bikaranîn bêhna hundir kesên ku tên serdanê aciz dike. RESTORASYON NAYÊ KIRIN Piştî ku dêr tê dewrkirin, bêyî ku bê restorekirin dewrî Weqfa Katolîk a Ermen a Mêrdînê hatiye kirin. Tê gotin ku ji ber ku derfet tuneye jî weqf jî nikare restore bike. Malbatekî ku li baxçeyê dêrê li malekî dimîne dibêjin ku ji bo ku zirarê nedin dêrê nikarin tiştekî bikin. Malbatê got ku li gelek deverên cihanê turist tên serdana dêrê û ev agahî dan: "Berê turîst dihatin vê derê. Lê îsal gelek aciz kirin. Polîs her tim tê û dibêjin kî tê vê derê bila agahiya me hebe. Her tim tên û diçin û ji ber vê yekê me pevçû." Malbatê anî ziman ku piranê turîstên biyanî tên û ew naxwazin mirovan paşve vegerinîn.