Ataman ê rastî îşkenceyê hat rakirin nexweşxaneyê 2017-01-30 11:53:49 WAN - Welatiyê Eganîsê ya Erdîşê Halit Ataman ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û xwîn çûbû ser mejiyê wî dîsa rakirin nexweşxaneyê. Tîmên Taybet di 18'ê Mijdara 2016'an de bi ser malbata Atabande girtibûn û xaniyê wan şewitandibû. Di şewatê de Hediye Ataman di xanî de şewitî û jiyana xwe ji dest dabû. Hevserê Hetiye Ataman Halit Ataman (37) jî dema bi hawara hevsera xwe çûbû ligel 2 xizmên xwe hatibû binçavkirin. Halît Ataman di bin çavan de rastî îşkenceya giran hatibû xwîn çûbû ser mejiyê wî. Ataman, dema hatibû berdan û demekê li malê mabû, rewşa wî giran bûbû rakirin Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Di tedawiyê de hatibû famkirin ku Ataman ji ber di bin çavan de rastî lêdanê hatiye xwîn çûye ser mejiyê wî. Ataman ku di 6'ê Çile de ji nexweşxaneyê tabûrcî bû, şevê din dîsa ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê. Ataman ku rakirin Nexweşxaneya Taybet a Lokman Hekim piştî fîlmê serê wî hat kişandin, hat fêrbûn ku xwîn çûye ser mijiyê wî. Ataman rakirin beşa koma û hat diyarkirin ku tentudistiya wî gelek xerab e.