Ji îstîsmara bebek 3 kes hatin girtin 2017-01-30 18:25:48 WAN - Li Wanê têkildarî îstîsmara zarokê bebek ê bi navê T ku ji yana xwe ji dest da T kes hatin girtin. Dayik P.T. û kesên bi navê F.A. û Y.G. hatin girtin. Dayik P.T. li dozgeriyê diyar kir ku F.A. îstîsmar kiriye û gef li wê xwariye ku ji kesî re nebêje. Di 28'ê Çile de li nexweşxaneyek taybet a Wanê zarokekî nû ji dayik bû rastî îstîsmara zayendî hat û jiyana xwe ji dest da. Zarokekî kur ê 4 kîlo ku 2 roj berê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Herêmê ji bo tedawî anîn nexweşxanek taybet a bajar. Zarok piştî rastî îstîsmarê hat ligel hemû mudaxeleyan jî ne hat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Di laşê zarokê ku otopsiya wî hat kirin de şopên gez, lêdan hatine û rastî îstîsmarê hatiye. Piştî T. jiyana xwe ji dest da dayik P.T. (22) û kesê bi navê F. A. û Hevalê F.A. Y.G. (26), hatin hatin binçavkirin. Piştî 3 kes sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin. Di rûniştina 3 kesan de parêzerên Baroya Amedê jî amade bûn. 3 kes piştî lêpirsîne sewqî Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin. Heyeta dadgehê der barê 3 kesan de bi sucdariya "Zarokê ku di aliyê beden û ruh de nekariye xwe biparêze kuştine" biryara girtinê da û şandin girtîgehê. BERSÛC BI HEV KETIN Dayik P.T. ya hat girtin, diyar di îfadeyê de diyar kir ku kesên bi navê F.A. stîsmar kiriye û gef li wê xwariye ku ji kesî re nebêje. P.T. anî ziman ku ji ber ew ji F.A. tirsiya rastî negot û ser rastiyê veşart. Piştre ji ber ezabê wîcdan min rastî got. Di 25.01.2017'an de Ez û F.A. çûn mala Y.G. Wê şevê ez û F.A. li heman malê man. Y.G ne li mal bû. Di 26.01.2017'an de ji bo ez nasnameya kurê xwe re derxim, min kurê xwe û F.A li mal hişt û ez çûm. Lê ji ber ku dayika min nehat ez neçûm midûriyeta nifûsê. Ez tiryak im. Ji ber tiryakim min tiryak kirî û piştî 2 saet şûnde çûm malê. Min 5-6 caran li derî xist. Lê kesî derî li min venekir. Herî dawî F.A.derî li min vekir. Dema min xwest biçim odeya zarok, F.A. destûr neda û got niha raza ye. Piştre F.A. got li dijî zarok îstîsmar pêk anîye û gef li min xwar ku ez ji kesî re nebêjim. Piştre Y.G. hat malê. Piştî min rewşa zarok dît, Ez F. û Y. em çûn Nexweşxaneya Taybet a Lokman Hekim. Piştî îfadeyê heyeta dadgehê der barê 3 kesan de biryara girtinê da.