38 kes 12 roj şûnde hatin berdan 2017-01-30 18:33:05 HATAY - 38 kesên ku 12 roj berê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 38 siyasetmedarên kurd ên 12 roj berê hatin binçavkirin, bi hinceta 2 sal berê beşdarî çalakiya Zincîra Aştiyê ku bê bûyer bi dawî bûbû bûne hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Di 18'ê Çile de li Hatay, Îskenderun, Antakya û Samandagê di serdegirtina gelek navnîşanan de endam û rêveberên sendîka, komele û partiyên siyasî jî di navde 38 kes hatin binçavkirin. 38 kes piştî 12 rojan dibin çavan de man