Wekîlekî HDP'ê berdan wekîl hat binçavkirin 2017-01-30 23:09:36 WAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan ku di saetê êvarî dehat binçavkirin piştî îfade da hat berdan. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî cara duymîn hatin binçavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ku bi biryara Serdozgerê Komarê yê Wanê hat binçavkirin, piştî îfade da serbest hat berdan. Botan ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye", "Pesnê sûc û sucdar daye" û "Endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin û der barê wî de di navbera 11 - 40 salan de cezayê girtîgehê tê xwestin, ji aliye 2'emin Dadgeha Cezayen Giran a Wanê ve biryara girtina wî hat dayîn. Botan di saetê êvarî de li Balafirgeha Ferit Melen hat binçavkirin. Botan piştî îfade da dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervêwelat serbest hat berdan. Rûniştina doza Botan taloqî 27'ê Adarêkirin. BEŞTAŞ HATIN BINÇAVKIRIN Li aliyê din Parlamenterê HDP'ê yê Qersê û di heman demê de berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di 29'ê Çile de li Enqereyê hat binçavkirin û anîn Amedê. Bîlgen duh piştî li dadgeha Amedê îfade da serbest hat berdan. Piştî Serdozgerê Komarê yê Amedê xwest Ayhan Bîlgen û Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ku 2 roj berê hat binçavkirin û berdan ji nûve bên binçavkirin. Parlamentera HDP'e ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî di 28'ê Çile de hat binçavkirin û piştî li dadgehê îfade da serbest hat berdan. Piştî şeve û rojek derbas bû, Serdozgerê Komare yê Amedê berdana Beştaş îtîraz kir û der barê Parlamentera HDP'e ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş de dîsa biryara binçavkirinê da. Li ser vê biryarê Beştaş cara duyemîn hat binçavkirin û birin edliyê