Şêniyên Taxê: Em naxwazin Parka Maçka talan bikin 2017-01-31 09:17:08 STENBOL - Xebatên mîmarê yên li Parka Maçka dest pêkir. Bi destpêkirina xebatên înşaetêre bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Şêniyên taxê diyar kirin ku tenê qada wan a jiyanê Parka Maçka ye û naxwazin qada wan a jiyanê bê talankirin. Şêniyan xwestin demek berî demekê vê projeyê betal bikin. Şaredariya Bajare Mezin a Stenbolê piştî sala par Projeya Tunelan a Dolmabahçe-Levazim-Baltalimani-Ayazaga qebûl kir, îsal înşaeta wê dest pê kir. Derket holê ku proje heta Pira 3'emîn dirêj dibe. Li gorî plana îmarê. qadên Başûrê Parka Maçka, Tunela Rêyên Bejayî, Nişantaşi û Kolana Bayildimê dikevin nava sînorê mîmarê. Tunel dê heta Balmumcu dirêj bibe û bi Pira Bogaziçi ve bê girêdan. Pişti biryar derket, li gel gel hemû bertekan der û dorê Parka Demokrasiyê ya Maçka bi têlan hat pêçan û înşaetê dest pê kir. Şêniyên taxê diyar kirin ku tenê qada wan a jiyanê Parka Maşka ye û ew naxwazin vir talan bibe. GER LI TENDURISTIYA MIROVAN DIFIKIRIN BILA TALAN NEKIN Şêniya taxê Belma Goksu, diyar kir ku 65 salin li vê taxê dijî û li vê parkê sporê dike. Goksu, diyar kir ku tenê qada wan a oksijenê û jiyanê Parka Maçka ye û naxwazin qada wan a jiyanê û tenduristiyê tune bibe. Goksu, da zanîn ku ger li tenduristiya mirovan difkirin divê vir talan nekin û wiha got: "Ger ku vir talan bikin dê mafê min ê jiyanê bê îhlalkirin. Divê gelê taxê destûr nede vê projeyê. Divê gel rape ser piyan. Dê 97 dar bên birîn. Em vê talankirinê naxwazin." GER VIR TUNE BIBE DÊ BÎRANÎNÊ ME TUNE BIBIN Şêniyê tamxê Fatih Songur jî anî ziman ku ew li dijî talankirina parkê ye û wiha got: "Cihê lîstika zarokan e. Em li bendê ne ku zivistanan berf li vir bibare û em li vir wekî zarokan bi berfê bilîzin. Ger ku vir talan bibe dê bîranînên tune bibin. Em teqez li dijî birîna daran û talankirinê ne." Şêniyê bi navê Zeynel Kizilyaprak jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Dibêjin zerara vê projeyê tune. Lê ne wisa ye. Şêniyê taxê Ali Suat Çakir ku li vir hewyanan xwedi dike jî diyar kir ku ev proje dê xwezayê talan bike û wiha got: "Em li parka Maçka di nava xwezayê de dijîn. Cihê wisa li Stenbolê pir kêm in. Her darek 100-150 salî ye. Em naxwazin ev dar bên birîn. Heta niha 50 dar hatin birîn. Li vir hovîtiyek heye. Em vê projeya tunelê erênî nabînin"