Bi zorê belgeyên 'Mexdûrên terorê' bi Şirnexiyan didin îmzekirin 2017-01-31 09:41:22 ŞIRNEX - Li Şirnexê ku 8 mehan derketina kolanan li welatiyan hat qedexekirin û dewletê bi tang û topan 7 tax xera kir, niha bi zorê di çarçoveya veguhestina bajarvaniyê de belgeyên "mexdûrên terorê" bi balbatan didin îmzekirin. Hat gotin ku Walî mixtar kom kirine û diyar kiriye ku avakirina xaniyan dê li gorî encama referandumê pêk bê. Di qedexeya derketina derve ya Şirnexê ku di 14'ê adara 2016'an hat îlankirin û 14'ê mijdara 2016'an de bi dawî bû bi hezaran avahiyên gelê Şirnex hatin hilweşandin. Li gor lêkolînên li bajêr hatine kirin sedê heftê avahiyên bajêr hatine hilweşandin. Li bajêr beriya qedexe were rakirin di roja 5'ê mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê kirin û gelek projeyên ku şaredariyê ji bo xizmeta gel amade kiribûn rawestandin. Li Şirnexê piştî qedexeya derketina 246 rojan, roj bi roj bergiriyên "ewlehiyê" jî zêde dibe. Di 7 taxên dema qedexeya derketina kolanan de hatî wêrankirin de qulûbeyên polîsan hatiye danîn. Hezaran welatiyên ji ber qedexeya derketina kolanan 8 mehan zorî koçberiyê bûn, ev car jî bi bergiriyên 'ewlehiyê' re rû bi rû man e. Ji bilî van pêkanînan tedbîrên ewlehiyê ya herî zêde noqteyên qontrolê ya polîsan a têketin û daketina bajêr tê girtin. Wesayitên tên van her dû noqteyan bi saetan tên rawestandin. Piştre jî di peronên qontrolê de jî bi saetan rastê lêgerînê tên. Welatiyên ku rêwitiyê dikin jî ji aliyek rastê qontrola GBT'ê tên aliyê din navê wan di lîsteyên ku ji aliyê polîsan ve hatî amadekirin de tê qontrol kirin. Ev kiryarên her dû noqteyên qontrolê de dema mirov ji welatek derbasê welatek din dibe kiryarên deriyên gumrikê têne bîran. Lê gelê Şirnex û yê heremê ne xerîbê van kiryar û pêkanînên dewletê ne. Ji navçeyên Silopiya û Hezexê ku nêzî 60 kîlometreyan ji bajêr dûr in heya bajêr 5 noqteyên qontrolê hatiye danîn. Ji navçeya Cizîr heya Şirnexê jî 4 noqteyên lêgerînê heye. Welatiyên ji navçeya Qilebanê ber bi Şirnexê ve diçin jî rastê 5 noqteyên lêgerînê tên. Ji navçeya Elkê heya Şirnexê ku riya 130 kîlometreyan welatî ji 10 noqteyên lêgerînê derbas dibin û nasnameyên wan 10 caran rastê qontrola GBT'ê tê. Şirnex a ku salên 90'î ji heman şer û pevçûn lê hatî jiyîn û vê demê ev qas ne hatîbû wêrankirin û talankirin, vê demê ji aliyê rayedarên dewletê ve bi gotina "Ev der naşibe cihek din, ev der Komara Şirnexê ye" dihat pênase kirin. Di ketina bajarê Şirnexê de belavok tên belavkirin. Di van belavokan de ji aliyê walî ve mizgînî tê dayîn. Di belavokê de wiha tê gotin: "Ji Waliyê Şirnexê mizgînî li welatiyên Şirnexê. Walî ji bo 'Projeya Veguhestina Qadên bi Rîsk' ên bajar û navçeyên Şirnexê muvafakatname îmze dike. Li taxên Cumhuriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşilyurtê yên bajar di çarçoveya projeyê de li gorî xala “Hêjmar 6306 a Qaden Bi Rîsbk û Afet" muvafakatname tên îmzekirin. Li gori vê peymanê bi girteka Hêjmara 5233'an a "Mexdûrê Terorê" tê îmzekirin. Walîtî bi şertê ji sedî 50 dikare konûtê bistîne peymanê bi welatiyan dide îmzekirin. BI MEHAN E HÊJ XANIYEK JÎ NEHATIYE AVAKIRIN Hat diyarkirin ku li bajar heta niha 6 hezar û 40 xani hatin xerakirin. Welatiyên ku xaniyê wan hatin xerakirin jî bi sedena "Qada bi rîsk" destûr nedan welatî ji nûve xaniyên xwe ava bikin. Li aliye din heta niha ji aliyê rayedaran ve tu avahî nehatine sazkirin. Berê Walî belavokên "Em bajarekî nûjen û nû ava dikin" li welatiyan belav kiribû. Hatibû diyarkirin ku dê li Kolana Gazî 960 konut bên avakirin. 5 hezar konutên din jî dê li taxên cuda bên avakirin. Lê heta niha tu konut nehatine avakirin. Waliyê Şirnexê Ali İhsan Su hefteya borî keyayên taxan kom kirin û bi wan re civîn pêk anî. Hat diyarkirin ku Walî gefa "Ger ku ji referandumê 'Erê' dernekeve dê li taxan xanî neyên avakirin" li welatî û keyayan xwaribû.