Mahmut Onder jiyana xwe ji dest da 2017-01-31 10:10:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarê çapemeniya Kurd Mahmut Onder, li paytextê Danîmarkayê Kopenhagê li nexweşxaneya ku tedavî lê didît jiyana xwe ji dest da. Kedkarê çapemeniya Kurd Mahmut Onder jiyana xwe ji dest da. Onder, demek bû li paytextê Danîmarkayê Kopengahê tedaviya qanserê didît. MAHMUT ONDER KÎ YE? Onder di sala 1952’yan de li taxa Alî Paşa a Amedê hat dine. Li Amedê sendîkatî kir. Piştî darbeya leşkeri ya 12’yê Îlona 1980’an destpêkê çû Sûriyeyê û ji wir jî derbasî Ewropayê bû. Onder 36 salan li sirgûniyê jiya. Mahmut Onder, Med TV, Medya TV, Roj TV û her dawî jî li Stêrk TV program peşkeş kirin û edîtortiya nûçeyan kir.