Qeyûm tayînî şaredariya Depê kirin 2017-01-31 11:12:37 XARPÊT - Qeymeqamê naçveya Depê wekî qeyûm tayînî şaredariya DBP’ê hat kirin. Qeyûm tayînî Şaredariya navçeya Depa Xarpêtê ya DBP’î hat kirin. Li şûna Hevşaredarên Depê Burhan Kocaman û Cennet Ayik di 2’yê Cotmeha 2016’an de hatin girtin û di 10’ê Çileyê hatin berdan, endamê Meclîsa DBP’ê Kayisi Bîlîcî hatibû hilbijartin. Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Walîtiya Xarpêtê ve hatkirin de wiha hat gotin: “Derbarê Serokê Şaredariya Depê Burhan Kocaman, ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêkê ve ji ber sûcê ‘propagandaya rêxisitnê kiriye’ li gorî madeya şaredariyê ya 47’an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve di dîroka 30.01.2017’an de ji peywirê hatiye dûrxistin. Ji aliyê welatiya me ve di çarçoveya hikmê fikreya duyemîn a madeya 45’emîn û madeya 46’emîn ên qanûna şaredariyê ya hêjamr 5393, Qeymeqamê Depê Cemîl Sarioglu wekî serokwekîl tayînî şaredariyê hatiye kirin.” Hat zanîn ku polîs sere sibê çûna şaredariyê û dest bi lêgerînan kirine.