Der barê 18 parêzeran de lêpirsîna Cizîrê 2017-01-31 13:02:13 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 18 parêzerên ku ji bo balê bikişînin li ser dorpêça li Cizîrê li Tunela Beyogluyê çalakî li dar xistin de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 18 parêzerên ku ji bo balê bikişînin li ser dorpêça li Cizîrê li Tunela Beyogluyê xwestin heta Lîseya Galatasarayê bimeşin çalakî li dar xistin de lêpirsîn da destpêkirin. Ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya propagandaya rêxistinê kirine" "muxalefetî qanûna meş û xwepêşandanan kirine" der barê parêzeran de lêpirsîn da destpêkirin. Di nava parêzerên ku der barê wan de lêpirsîn hatine vekirin de Hevberdevka Platforma Hiqûqnasên Azadîxwez Banu Guveren, Serokê Komeleya Hiqûqnayên Hemdem ê Stenbolê Gokmen Yeşîl, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a bi KHK'ê ve hat girtin Sînan Zîncîr parêzer Ercan Kanar û 14 parêzerên din hene. Parêzer dê roja înê îfade bidin dozgeriyê.