Hevserokê HDP’ê yê berê hat girtin 2017-01-31 15:41:16 MÊRSÎN - Hevserokê HDP’a Tarsusê yê bere Orhan Çakmak hat girtin. Di çarçoveya opersyona li dijî HDP’ê ya li Tarsusê de hevserokê HDP’a Tarsusê yê bere Orhan Çakmak bi hinceta derbarê wî de biryara girtinê heye li mala xwe hatibû binçavkirin. Çakmak îro di saetên sibê de sewqî edliyeyaTarsusê hat kirin. Piştî lêpirsîna dozgeriyê Çakmak bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin û bi heman hincetê hat girtin.