Çapemeniyê beriya dadger girt! 2017-01-31 15:43:43 AMED - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ê li ser îtiraza dozger hat binçavkirin derxistin pêşberî dadger. Bîlgen hê îfade dide dadger lê çapemeniya nêzî hikûmetê nûçeya "Bîlgen hat girtin" wekî nûçeya lezgîn derbas kirin. Berdevkê HDP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen ê li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê dar berê wî de biryara girtinê hat derxistin anîn Edliyeya Amedê. Bîlgen ê dirxistin dadgeriyê hê îfadeya wî nehatiye girtin ji aliyê çapemeniya nêzî hikûmetê ve nûçeyên lezgîn ên wekî "Ayhan Bîlgen ê HDP'î hat girtin" derbas kirin. Bîlgen di 29'ê çileyê de li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hatibû binçavkirin û anîbûn Amedê. Piştî îfadeyê Bîlgen ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobedar ve bi şerta kontrola edlî û qedexeya derketine derveyî welat hatibê berdan. Bîlgen jî di çarçoveya lêpirsîna ku li ser biryara bûyerên Kobanê ya 6-8'ê cotmeha 2014'an a MYK HDP'ê de bi "endamtiya rêxistinê" tê sûcdarkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş duh hatibû binçavkirin û girtin.