Yildirim: Bi qasî misqalê jî huqûq û daraz nema ye 2017-01-31 18:03:52 AMED - Piştî rûniştina Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen ê li ser îtiraza dozgeriyê hat girtin, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim daxuyanî da û got, dê bi pîvanên daraza ku heta qirikê di nav siyasîbûyînê de maye, îktîdara siyasî jî bê darizandin. Piştî girtina Hevberdevkê HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen ê li ser îtiraza dozgeriyê hat girtin parlementerên HDP'î Ahmet Yildirim, Ziya Pir, İmam Taşçier û Feleknas Uca li ber avahiya edliyeyê daxuyanî dan. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ê li vir axivî got, li ewywana edliyeyê bêyî tespîta nasnameyî ya hevalên bê kirin û bêyî hevalên wan parstina xwe bikin, ajansa fermî ya dewletê Ajansa Anadoluyê û çapemeniya hewzê nûçeyên girtina Bilgen derbas kirine. Yildirim, anî ziman ku derhuqûqiya li welta veguheriye pîvanekê û diyar kir ku, ew dixwazin pêvajo bi awayekî huqûqî û darzaiyî bidome. Yildirim, dest nîşan kir ku bi nasnameya sazîbûyînê ya darazaê û rûmeta pîşeyê tê lîstin û wiha domand: "Bila ev mensûbêb îktîdara siyasî vê ji bîr nekin. Ew van pîvanan datînin û dê ev pîvan rojekê wan jî bi darizînin. Dema rastî derhuqûqiyeke mezin bên dê wê demê tu merciyeke ku îtirazî wê bikin nebînin. Belkî wê rojê parêzvanên wan ên hesabdayîna darazaeke serbixwe û bêalî em bin." Yildirim, anî ziman ku daraz heta qirikê di nav siyasîbûnê de maye, dê îktîdara heyî heta dawiyê hebûan xwe nedomîne û wiha axivî: "Qeyntera ku tu lingê wê xera bikî, dê rojekê tejî biwezinîne. Dê îktîdara îroyîn heta dawiyê îktîdara xwe nedomîne û dê teqez ew jî bi van pîvanên ku îro wan daniye bên darizandin. Me xwest pêvajo bi awayekî huqûqî û darazî be. Lê bi qasî misqalê jî hêleke wê ya huqûqî tune ye û yê ev li siyasîbûnê lefandiye jî ne em in. Îktîdara siyasî bi xwa darazê li siyasîbûnê lefandiye."