Li Manîsayê 9 kes hatin girtin 2017-01-31 18:43:01 MANÎSA - Li Manîsayê, ji 10 kesên hatin binçavkirin 9 jê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin. Ji kedkarên perwerdehiyê yên li Îzmîrê hatin binçavkirin jî, 5 jê piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hatin berdan. Li navçeyên Salihlî û Tûrgûtlûyê, di 20'ê meha Çileyê de rêveberên HDP'î jî di nav de 10 kes ji ber parvekirinên civaka medyayî hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî 11 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 10 kesên li Dadweriya Cezayê Sulhê îfadeyên wan hatin wergirtin 9 jê bi heman hincetê hatin girtin, kesek jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan. Li gel vê, 6 roj berê 18 endamên Egîtîm-Senê yên ji ber greva ku beşdarî wê bûbûn li Kemalpaşaya Îzmîrê hatin binçavkirin, 10 jê piştî îfadedayîna li muduriyeta polîsan srebets hatin berdan, 8 jê jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 8 kedkarên perwerdehiyê 5 jê piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hatin berdan.