Îdianameyên wan hatin qebûlkirin: Ji Demirtaş 142, ji Yuksekdag re 83 sal ceza tê xwestin 2017-01-31 21:57:27 NAVENDA NÛÇEYAN- Îdianameyên der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag hatibûn amadekirin, hatin qebûlkirin. Di îdianameyan de ji bo Demirtaş ji 43 salan heta 142 salan, ji Yuksekdag re jî ji 30 salî heta 83 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ên di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin girtin, îdianameyên der barê wan de hatibûn amadekirin hatin qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo Demirtaş bi tawnabariyên "Rêveberiya rêxistina terorî", "Muxalefeta qanûna civîn, meş û xwepêşandan", "Tehrîkirina gel a ber bi kîn û nefretê", "Propagandaya rêxistina terorî" û "Tehrîkirina sûc û pesinandina sûcdar" ji 43 salan heta 142 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. JI BO YUKSEKDAG DAXWAZA 83 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ Di îdianameya ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat amadekirin de, der barê Yuksedagê jî bi tawanbariyên "Muxalefeta qanûna civîn, meş û xwepêşandan", "Tehrîkirina gel a ber bi kîn û nefretê" û "Tehrîkirina sûc û pesinandina sûcdar" ji 30 salî heta 83 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.