Zarok: Em bi vekirina Zarok TV bextewar bûn 2016-11-14 09:20:59 AMED - Zarokên li Amedê dijîn ji bo ji nû ve vekîrina Zarok TV kêfxweşiyên xwe anîn ziman û gotin “Em bi stran û fîlmên kartonên Zarok TV keyfxweş dibin, bila dest direjîye televizyona me nekin.” Hikûmetê di 28’ê îlonê de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) qenala zarokan ku bi zimanê kurdî weşan dikir Zarok TV a di 21’ê Adara sala 2015’an hatibû vekirin, girt. Li dijî girtina Zarok TV, zarokên kurd, malbat, saziyên sivîl û civakê nerazîbûn û bertek dabûn nişandan. Zarok TV li ser nerazîbûna gelê kurd û dostên wan carek din hat vekirin û dê dest bi weşanê bike. Bi vekirina Zarok TV’î re carek din di nav zarokên kurd de bû sedema kêfxweşî û rûkeniya wan. Zarokên Kurd ji bo vekirina televizyona xwe Zarok TV gotin ku ew bi vekirina Zarok TV ku carek din vebû gelek bextewar in. ‘EM BI ZAROK TV FERÎ KURDÎ BÛN' Zaroka bi navê Werdê Ebdî (10) ya ji Kobanê diyar kir ku bila qanala zarokan tu car neyê girtin û wiha got: “Em bi Zarok TV fêrî kurdî dibin. Ez jî wek hemû zarokan dixwazim Zarok TV were vekirin. Stranên xwe yê Kurdî hîn bibin û Şînok temaşe bikim. Fîlmê karton temaşe bikim. Zarok TV pir xweş e. Bi vekirina qanala Zarok TV gelek zarok keyfxweş dibin û ez jî keyfxweş bûm.” ‘BI GIRTINA ZAROK TV GELEK XEMGÎN BÛM' Zaroka bi navê Faîqe Çarpan ya 8 salî jî destnîşan kir ku ew bi girtina Zarok TV gelek xemgîn buye û wîha axivî: “Ez ji Zarok TV pir hez dikim. Bi girtina Zarok TV ez gelek hestewar bûm. Bi vekirina Zarok TV em carek din zindî bûn û kêfa me hat. Ne tenê ez hemû zarokên kurd bi vekirina qenala xwe kêfxweş û kelecan bûn. Ji ber ku Zarok TV bi kurdî weşanê dike pir xweş e.” ‘Bila hemû zarok temaşe bikin’ Zaroka bi navê Nûpelda Nakiş ku temenê wê 10 salî ye jî destnîşan kir ku ew wek hemû zarokên kurd bi vekirina Zarok TV gelek kêfxweş bûn û wiha got: “Klamên kurdî derdikevin ev hestek nû dide mirov. Em gelek keyfxweş in ku carek din televizyona me vebû. Me Şînok temaşe dikir û em ji Zarok TV fêrî gelek tiştan dibin. Em ê niha bêtir li Zarok TV temaşe bikin û tiştan jê fêr bibin. Ez daxwaz dikim ku hemû zarok li Zarok TV temaşe bikin.”