Ciwanên Stenbolê: Ji bo em bibin heviya yên din em dibêjin 'Na' 2017-02-01 09:14:40 STENBOL - Pêla kesên dibêjin 'Na' roj bi roj zêde dibe. Ciwanên Stenbolê ku dibêjin "Na" diyar kirin ku ji bo ew bibin heviya hev û heviya pêşeroja ciwanên din dibêjin "Na". Kesên ji niha de dengê xwe yê "Na" di Referamduma Qanûna Bingehîn de bikar bînin zêde dibin. Gelek rêxistinên ciwanan li hev kom bûn û ji bo dengê "Na" bi rexistin bikin, li kolan, metro, keştî, kafe û maşîneyan de xebata "Na" dimeşînin. Ciwanên ku berî referandumê lez dan xebatên xwe, diyar kirin ku ji bo ên din bibin hevî dibêjin "Na" û xwe li dora "Na" bi rêxistin dikin. ‘LI KU FAŞÎZM HEBE EM LI WIR DIBÊJIN NA' Xwendekarê Zanîngeha Bîlgî û Endamê Tevgera Ciwanên Sosyalist Dersim Konak, diyar kir ku dikevin nava pêvajoyek aloz û wiha got: “Di vê pêvajoya ku faşîzm serdest e, AKP dixwaze li hemû qadên jiyanê serdest bibe. Îktîdara AKP û Erdogan îhlala li ser akademisyen, nûnerên siyasî, sendîka û hemû beşên civakê her ku diçe kûr dike. Di vê pêvajoya bi vî rengî de tevgehar hevpar girîng e. Ger ku faşîzm li kijan qadê serdest be em dê li wir bin. Em dê li qê qadê têbikoşin û "Na" bikar bînin. Divê hemû beşen civakê jî bi me re di nava têkoşînê de bin. Em bi hevre bêjin "Na" ‘EM DIKARIN REFERANDUMÊ BIKIN FIRSEND' Endamê Dev-Guçê û xwendekarê Zanîngeha Bilgi Îrem Esmer (22), anî ziman ku mijara sereke pergala Serokdewletiyê ye û wiha got: "Divê hemû beşên muxalif vê referandumê ji bo xwe bike awantaj. Divê em eniya "Na" xurt bikin. AKP di serdema îktidara xwe de mirovên li gorî tîpa xwe ava kir. Ji bo ku em ji hev re bibin hevî em dibêjin "Na" Ji bo ciwanên nifşên pişt me ji bo heviya zarokan em dibêjin Na. EM HEMÛ RÊXISTINÊN CIWANAN BÛN YEK' Hevserokê SGDF'ê Okan Danaci jî anî ziman ku ew de di pêvajoya OHAL'ê de xebatên xwe bimeşînin û hêzek gelek mezin derxin holê. Danaci, Em hemû rêxistinên ciwanan hatin cem hev. Armanca me em re li pêş serokdewletiyê bigirin. Niha hêzek baş derketiye holê. Ji dema me dest bi xebatan kiriye heta niha em li kolanan in. Em xebatên xwe li kolanan li cafe bi rêxistin dikin. Em li her derê çima "Na" niqaş dikin û Na bi rêxistin dikin. ‘CIWAN TU CARÎ NEKETIN QABIL' Danaci destnişan kir ku demek direj e di nava civakê de bêzarî heye û her kes berê xwe dide "Na" û wiha got: "Em di cafe, keştî û hemû qadên civakê de "Na" bi rêxistin dikin. Hêvî û kelecana ji bo Na pir zêde ye. Em ji vê pêvajoye bi hevî ne. Em di tu demên dîroki de neketin kalib, em ji niha û şûnde jî nakevin kalibekî.