Ji ber nûçeyên wî, 20 sal ceza dixwazin 2017-02-01 09:18:35 XARPÊT - Îdîanameya der barê Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin ê Xerpêtê Mehmet Guleş ê hat girtin de hat amadekirin. Dozger heta 20 sal ceza dixwaze. Îdîanameya der barnê Rojnameger Mehmet Guleş ê dema li Edliyeya Xarpêtê nûçe dişopand bi hinceta "der barê te de biryara lêgerînê heye" hat binçavkirin û di 7'ê Kanûna 2016'an de hat girtin, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de der barê Guleş de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" heta 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de nûçeyên Guleş çêkirine, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re, pêwendiya weşana zindî ya bi qenalên televîzyonan re wek delîlên sûcî hatin hesibandin. NÛÇEYÊN WÎ WEK 'MODELA RÊXISTINBÛYÎNÊ' HATIN HESIBANDIN' Di îdianameyê de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin û Guleş nûçegîhanê wê bû, wek "Ajansa nûçeyan a rêxistina terorî PKK/KCK"ê hatiye pênasekirin û nûçeyên ku Guleş li Xarpêt, Çewlîg û navenda Amedê çêkirine jî wek "Ji girseya piştevan û mensûbên rêxistinê re wek modela rêxistinbûyînê hatine deklerekirin" hatine şîrovekirin. Di îdianameyê de nûçeyên Guleş ên bîranîna Roboskiyê ya ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ên Xarpêtê hat çêkirin, hevpeyvîna wî ya bi Serokê Lijneya Rêveberiya Borsaya bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbay, bavê Binefser Semih Ozbay ê ji aliyê PKK'yiyan ve hat desteserkirin, jî wek sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de hevpeyvînên Guleş ên bi gel û welatiyan re jî wek "Qaşo nûçe" hatin nirxandin. Guleş ê bi awayekî teknîkî dihat şopandin, di 15'ê Sibata 2016'an de roja salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ji ber li Amedê bûye, di îdianameyê de ji bo mayîna wî wiha hatiye gotin: "Hatiye tespîtkirin ku beşdarî çalakiyên li vir bûye." Têkildarî beşdarbûyîna çalakiyê de, der barê Guleş de tu delîl tune ne, lê di îdianameyê de mayîna wî ya li Amedê wek beşdarî çalakiyê bûbe hatiye hesibandin. Li Amedê, Guleş ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin bişopîne, bi riya telefonê li hevalê xwe yê rojnameger geriyaye. Ev hevdîtina Guleş di îdianameyê de wiha hatiye derpêşkirin: "Beşdarî civînên Baskên Jinan ên PKK'ê bûye." Guleş ê der barê binçavkirin û girtinên li bajêr, da agahî bistîne bi telefonê li parêzer, rêveberên DBP, HDP û saziyên civaka sivîl geriyaye, ev hevdîtinên wî di îdianameyê de wek "Pêwendiya wî bi endam û rêveberên rêxistinê re heye" hatiye nirxandin. PÊWENDIYÊN WEŞANA ZINDÎ SÛC HATIN HESIBANDIN Guleş ê di dema qedexeya derketina derve de ji bo şopandina nûçeyan li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bû, ji ber geşdenanên li navçeyê bi riya weşana zindî ragihandiye qenalên televîzyonan, ev ragihandinên wê wek sûc hatin hesibandin. Guleş ê li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê tê ragirtin, dê di 3'yê Nûsanê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê derkeve pêşberî dadwer.