Îrmez: Projeya ji bo Şirnexiyan hatiye amadekirin tiştek xeyalî ye 2017-02-01 09:23:34 ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez peymana ji aliyê dewletê ve ji bo avahiyên gelê Şirnex hatiye amadekirin rexne kir û got: "Ev projeyek xeyalî ye. Di peymanê de tiştek şênber ku mirov bigire dest tune ye." Parmentera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez, peymana ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ji bo Şirnexiyan malên wan hatine hilweşandin hatiye amadekirin rexne kir û got Walîtiyê heta niha ji bo gel tiştek nekiriye. Îrmez, destnîşan kir ku alîkariya ji bo gelê Şirnexê tê astengkirin û wiha berdewam kir: "Heya îro tu xebatek a dewletê û walîtiyê ji bo bi cihbûna gelê Şirnexê nehatiye kirin. Her çiqas Walîtiya Şirnexê bibêje em alîkariyê dikin jî ne rast e. Hem gelê me vê yekê dibêje hem jî em bi xwe di nava Şirnexê de ne û vê yekê dibînin. Dev ji alîkariyê berdin alîkariya ku em ji bo gelê Şirnexê tînin jî ji aliyê walîtiyê vê tê astengkirin." 'DI PEYVNAMEYÊ DE TIŞTEK ŞÊNBER TUNEYE' Îrmez bibîrxist ku projeya walîtiyê amade kiriye tiştek xeyalî ye û wiha axivî: "Bêyî ku îhaleya wê were kirin ji bo gelê me peyvnameyek hatiye şandin. Di bin navê veguhastina bajarvaniyê de dixwazin vê peyvnameyê li gelê me bidin îmzekirin. Ev projeyek xeyalî ye û tu fêdeyê vê yê projeyê ji bo gelê me tuneye. Ji ber ku di vir de tiştek şênber û mirov bigire dest tuneye. Dema mirov li peyvnameyê dinêre gotinên gurover hatine nivîsandin û ev jî dide nîşandan ku armanca wan ne ew e ku fêdeyek bigehe gel." 'ZERARA GEL NEHAT DÎTIN' Îrmez da zanîn ku xebata tespîta ji bo zerarê ku ji aliyê walîtiyê ve hatiye amadekirin kêm hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya ku qedexe rabe ji aliyê walîtiyê ve ekîbek hat amadekirin û li taxên bajêr dest bi tespîta xerarê kirin. Piştre jî ji bo îtîraza vê yekê 15 roj destûr dan gel. Gelek welatiyan îtîraz kir ku ev tespît kêm hatiye kirin. Lê ev îtîraza gel li ber çavan nehat girtin. Li vir hemû bê hiqûqiya xwe pêk anîn. ARMANCA VÊ PROJEYÊ KOÇBERKIRINA GELÊ ŞIRNEX E Îrmez herî dawî got ku gelê Şirnexê dixwaze malên xwe bi xwe derfetên xwe ava bike lê destûr nayê dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê me dibêje erdê me bidin em ê bi xwe malên xwe ava bikin lê destûrê nadin vê yekê. Bi awayekî der hiqûqî hemû erdê gel bi biryara Lijneya Wezîran xistin bin kontrola dewletê. Li vir tişta dixwazin bikin polîtîqaya koçberkirinê ye. Dixwazin çanda jiyana gelê Şirnex biguherin û bi vê yekê gel bidin koçberkirin. Her wiha dixwazin bi avahiyên werin gel bikin deyndarê xwe û muhtacî dewletê."