Tirkiye di azadiyê de welatê herî li paş e 2017-02-01 10:33:38 WASHÎNGTON - Freedom House ya Navendî a Washîngtonê rapora xwe ye Azadiya Cîhanê aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye, di sala 2016'an de welatî herî zêde azadî lê paş ketiye. Freedom House (Mala Azadiya), Rapora Azadiyên Cîhanê aşkera kir. Di rapora bi sernavê “Populîstler û Otokratan: Ji Demokrasiya Gerdûnî re cute gef” hat weşandin de hat gotin ku li 195 welatan azadî pêşketiye, di sala 2016’an de Tirkiye di nava welatên ku li welat azadî paşketiye de cih digire, piştî Komaa Afrîkaya Navîn di rêza duyemîn de cih digire. Di rapora Mala Azadiyê de ev tişt hatin ragihandin: “87 welat ‘azad’, 59 welat ku Tirkiye jî di nav de ye ‘hinek azad’ û 49 welat jî ne azadin. Azadiya welatan ku bi sedî tê pîvan Tirkiyeyê 38 puan girtiye. Li gorî qanûna bingehîn a Tirkiyeyê divê raye di destê Serokwezîr de be lê Serokomar rêveberiyê dixe destê xwe û rêveberiya Tirkiyeyê di 5 salên dawî de mafê siyasî û azadiyan binpê dike.”