Parlamenter Bîrlîk gefa Waliyê Şirnexê li Keyayan xwar ji Soylu pirsî 2017-02-01 13:28:37 ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, gefa Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su ya di civîna keyayan de got "Li taxên ku nebêjin 'Erê' xanî nayên çêkirin" ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Birlik, gefa Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su ku di civîna keyayan de li welatiyan xwaribû ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî. JI SEDÎ 70 BAJAR XERA BÛ Parlamentera HDP'e ya Şirnexê Bîrlîk, diyar kir ku di navbera 14'ê Adardê û 14'ê Mijdara 2016'an de qedexeya derketina kolanan li Şirnexê hat îlankirin û di şer de ji sedî 70’ê bajar hat xerakirin. Ewil bajar bi tang û topan hat xerakirin. Piştre xanî bi kepçeyan xera kirin. Piştî piraniya bajar xera kirin qedeye bi awayekî qismî rakirin. Welatiyên hatin bajar li şûna malên xwe rastî komên molozê hatin. Waliyê Şirnexê belavok li welatiyan belav kir û mizgîniya majarê nû da welatiyan. Walî di çarçoveya projeya guhestina bajar a deqadên bi rîzk ên nava sînorê bajarê Şirnexe û navçeya Navendî de bi welatiyan muvafakatnameyê dide îmzekirin. Li 5 taxan projeya veguhestina bajar dixin meriyetê. Li gori ‘Hêjmara 6306'an a Qadê bi Risk û Afetê" muvafakat name dide îmzekirin. Bi vê belgeyê dixwaze malbatên ku xaniyê wan hatine xerakirin li gorî hêjmara 5233'an a ‘Mexdûrên Terorê" peymana lihevkirinê îmze bikin. Li Şirnexê 6 hezar û 40 konut hatin xerakirin. Heta niha ji aliyê rayedaran ve yek konut jî nehatiye avakirin. Walîtiya Şirnexê di biroşurên belav kirin de got ‘Em bajarê Nûjen û têjiyan ava dikin' Di daxuyaniya Walî dehat diyarkirin ku dê li Kolana Gazî 960 konut bên avakirin û 5 hezar konûtên din jî dê li taxên din bên avakirin. Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su di rojên borî de bi keyayen taxê re civîn pêk anî. Di civînê de gefa 'Yên di referandumê de nebêjin ‘Erê" dê xanî para wan nekevin.' li keyayan xwariye." Bîrlik ji bo bên bersivandin ev pirs ji Wezîr Soylu pirsîn: *Gefa Waliyê Şirnexê ji bo avakirina ji sedî 70 bajêr şerte "erê" li welatiyan dixwe rast e?" *Serokê TOKÎ Ergun TURAN, diyar kir ku dê di 2017'an de li Şirnexê 3 hezar û 600 konutên TOKÎ bên avakirin. Li aliyê din Walî Sû avakirina konutan bi referandumê ve girê dide. Hûn vê yekê çawa şirve dikin.?" *Îhaleya TOKî ya ji bo qadên hatine xerakirin dane Waliyê Şirnexê Ali İhsan Sû? Ger ku ne wisa be çima di vê mijarê de xwedî înîsiyaitf e." * Bi qedexeya derketina kolanan îhlal zêde bûn. Berpirsiyarê can û malê vê ihlalê kî nin? * Milkên taybet ji aliyê şirketan ve bêyî agahî û destûra xwediyê wan hatine xerakirin û dane îhaleyê. Ev çiqas li gorî hiqûqê ye? Şîrketa ku li Şirnexê di xerakirinê de îhale girtiye çiqas sûç dike ji bo vê yekê hûn çi dikin? *Di pêvajoya qedexeya derketina kolanan de çekên giran, tang û top xistin Şirnexê û xerakirin. Di xerakirinê de gelo biraya referanduma ji bo pergala Serokdewletiyê hatibû plan û armanckirin. Gelo xwestin qada rantê ava bikin? *Piştî qedexe rabûn Waliya Şirnexê broşur “Em bajarekî nûjen û tê jiyîn ava dikin." di vir de armanc çiye Modela Serokdewletiyê ye? * Li bajarê Şirnexê 6 hezar û 40 konut hatin xerakirin. Li gel vê rastiyê bi hezaran welatiyên ku dixwazin li nava zeviyên xwe xaniyan ava bikin. Çima destûr nadê dayîn welatî di nava zeviyên xwe de xanî ava bikin? Rola TOKÎ di vir de çiye?